Li cihê Konê Rumetê civîna 15’ê Sibatê pêkhat

Li gel konê "Em hemû asayiş in" bi pêşentiya TAJÊ civînek hate kirin û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelên Bindest adullah Ocalan hatibû kirin hate şermezar kirin

Berxwedana xelkê me ya bi armanca statûya şengalê dayîna qebûl kirin û li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de û heman demî ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidîxanê ye 72 roj li pey xwe hişt

Welatiyên me li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane û çalakiya xwe bi biryardariyek mezin didomîne. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 72’yan de ji aliyê meclîs û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Di vê navberê dûh li cihê çalakiyê bi pêşentiya TAJÊ civînek hate kirin û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan hatibû kirin hate şermezar kirin.

Civîn ji aliyê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sabrî û berpirsê Asayişa Êzidxanê Xalid Şengalî ve hat birêvebirin.

Sabîha Sabrî destnîşan kir ku bi vê komployê xwestin ku Gelê Kurd hemû bê îrade û bê rêber bihêlin û wiha pêde çu: “Lê Rêber APO bi têkoşîn û berxwedana xwe ya 23 salan a bêhempa ya li Îmraliyê ev pîlan vala derxist. Ger ku em îro 71 rojin li ber vî konê berxwedana ji bo destkeftiyên Êzidxanê li ber xwe didin, bi saya fikir û berxwedana Rêber Apo ye. Ji bo azadiya Rêber Apo em wek jinên Êzidî heta dawiyê em ê têbikoşin û li ber xwe bidin.”

Xalid Şengalî jî wiha got: “Komploya 15’ê Sibatê ji bo me jî rojek reş e û em vê rojê bi tundî şermezardikin, em dewletên komploger şermezar dikin.”

Xelkê me rojane kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Heya niha gelek caran xelkê me daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirîbûn, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî raber nekirine. Ji bo vê jî xelkê me diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Show More
Back to top button