Êzidî û Erebên Şengalê: Em peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin

Li Şengalê dijî Peymana 9'ê Cotmehê ji aliyê Êzidî, Ereb û pêkhateyên Şengalê ve meşek girseyî hate lidarxistin û peyamek hevpar a 'Em peymana 9'ê Cotmehê qebûl û nas nakin' hate dayîn. Her wiha bal hate kişandin ser hewildanên pêkanîna peymana Hewlêr-Bexda û wiha hate gotin: "Armanc xirakirina pêkrejiyana gelan a li Şengalê ye."

Beriya 3 salan di navbera hikumeta berê ya Iraqê ya di bin Serokkomariya Mistefa Kazimî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ‘Peymana Şengalê’ hate îmze kirin. Peyman ji ber ku di 9’ê Cotmehê de hatibû îmza kirin, ji wî demî ve peyman di nava civaka Êzidî de wek Peymana 9’ê Cotmehê tê binav kirin.

Li dijî peymanê bertek û nerazîbunên civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê her diçe berfireh û mezintir dibe. Îro bi boneya nerazîbûnên dijî Peymana 9’ê Cotmehê, li navenda Şengalê meşek girseyî hat lidarxistin. Meş bi beşdarbûna sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û hemû beşên civakê, ji pêkhateyên Şengalê li ber avahiya Meclîsa Gel di demjimêr 15:00 de destpê kir û heya çerxerêya Yermûk berdewam kir. Di çalakiyê de wêneyên şehîdên Şengalê hate rakirin û banga yekgirtin û li hev, nirx û destkeftiyên xwe xwedî derketina pêkhateyên li Şengalê hate kirin.

Ezidî û Ereb bi yêk dengî bang kirin: Em peymanê nasnakin

Meş bi peyama ku peymanên dijî civaka Êzidî û pêkrejiyana Şengalê ti demî wê neyên naskirin, bi dirûşma “Bi yêkitiya pêkhateyên Şengalê tu peyman, di nav de 9’ê Cotmehê nayên qebûl kirin” hate pêkanîn. Beşdarvan ji çar aliyê Şengalê herikîbûn navenda Şengalê. Heman demî di meşê de Erebên li Şengalê dijîn jî amade bûn û nerazîbûna xwe dijî peymanê anîn ser ziman.

Piştî meş bi dawî bû li ser navê pêkhateyên li Şengalê daxuyaniya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Reham Hesen ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de israr û ferzên pêkanîna peymanê ji aliyê hikûmeta Iraq û PDK ve hate şermezar kirin û wiha hate gotin:

“Bi salane ku gelê me li dijî êrîş û planan li ber xwe dide û destkeftiyên xwe bi berdelên giranbiha parastîne. Ji dema fermana 3’ê Tebaxê heta niha gelek planên tinekirinê li ser civaka me hatine meşandin, lê ev hemû plan bi yekitiya pêkhateyên Şengalê hatine vala derxistin. Gelê me yê Şengalê êdî biryar daye ku xwe bi xwe birêve bibe û hebûna xwe diparêze.

Li dijî yêkitiya gelan ku di bin sîwana Neteweya Demokratîk de li Şengalê pêş ketiye planên tasfiye kirinê hene. Yêk ji van plana jî peymana 9’ê Cotmeha 2020’an e. Ji destpêka îmzekirina vê peymanê heya niha gelê me ev yek qebûl nekiriye û Şengal bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî vê planê derketiye. Lê mixabin heya niha jî rêz li îradeya gelên Şengalê re nehatiye girtin û heman planên Hikûmeta Kazimî, hikûmeta nû jî dide meşandin. Ji bo ku carekî din vê hevpeymanê bixin rojevê gelek hewildan hene. Bi taybet ji aliyê PDK’ê ve ji bo bingeh ji peymana 9’ê Cotmehê re çêbikin hewildanên tevlîhevî derxistinê hene. Heya niha ti hêz li hemberî îradeya gelên Şengalê bi ser neketiye, lewma niha dixwazin di aliyê mezhebî de planên xwe pêk bînin. Di serî de Mîrê Êzidiyan wek dîplomat li gorî berjewendiyên xwe bikartînin. Em bi navê gelê Şengalê vê helwesta Mîr rexne dikin. Her wiha em bang li Mîrê Êzidiyan dikin ku nebe parçeyek ji vê peymana li dijî gelê me ye.

‘Êrîşî pêkrejiyana xelkê Şengalê tê kirin’

Buyerên 27’ê Nîsanê ku bi planekî ji berê de hatibû amadekirin rûdaye, ji bo netewa Şengalê û pêkvejiyana pêkhateyan xirabikin, ji hev belav bikin pêkhat. Em vê planê wek hedefgirtina Sîstema Neteweya Demokratîk dibînin ji ber ku yên ji bo pêkvejiyana gelên herêmê re pêşengtî dikir em bûn. Em ne li dijî vegera tu kesekî ku ne sûcdar in, lê berê jî me gotiye ku ji kîjan olî û neteweyê bin bila bibin, heger destê wan di nav xwîna gelê me de hebe ewê bi tu awayî nekaribin vegerin Şengalê. Kesên ku nebûne hevkarê çeteyên DAIŞ û destê wan di nav xwîna civaka me de nebe, em bê ferq û cudahî pêşwaziya wan dikin û ne dijî vegera wana ne. Hemû planên wan ji bo bingeh ji pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê pêkbînin têne meşandin. Em ji her kesekî re didin diyarkirin ku hêz û îradeyek li Şengalê de heye ku yê li dijî hemû planên wan bisekine.

‘Gelê me ji bo doza xwe bi biryar e, têkoşîn heta serkeftinê’

Ji bo gelê me carekî din rastî fermanan neyê, ji bo em jî wek her civakekî xwedî maf azad jiyan bikin bi dehan pêşengên me li ser vê dozê canê xwe fedakirin, bi berdêla vê hedefê em têne koçkirin û qetilkirin. Di vê pêvajoya hesas de dijmin, li derve û hindir de hewildaye vê tekoşînê bifetisîne û yekitiya me ji holê rabike. Bi saya berxwedaniya bi heybet ya gel û şehîdên me ev hewildanên wan vala derketine û ev pêvajo veguherandiye berovajî bendewariyê dijminên me. Gelê me xwedî biryare ku ewê heya dawî bo vê dozê têkoşîn bikin û rê nedin wan kesan ku carekî din di bin navê demokrasiyê de derbasî Şengalê bibin û gelê me bixapînin. Êdî dem hatiye ku gelê me li yekitiya xwe xwedî derbikeve û bersiv bide dijminan. Rêya me serkeftina yêkbûna gelê me ye. Lazime gelê me li hemberî fikrên tundrav êdî hişyar be. Ev fikrên ku li Başûrê Kurdistanê heya astekê pêşketiye divê qebul neyê kirin. Her wiha divê gelê me yê li derveyî welat û dostên me jî, kesên di xizmeta welat dene, bi deng û çalakiyên xwe li îradeya Şengalê û Êzidîtîya xwe xwedî derkevin. Dem hatiye ku gelê me êdî vegere ser axa xwe, em hemû bi hevre bin, bi hevre vê meşa xwe ya ber bi azadiyê ve dewam bikin da ku em bikarin li ser axa xwe bi çanda xwe azad jiyan bikin.”

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button