Polîsên Iraqê bi Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ’ê re civiya

Piştî berpirsên Asayîşa Êzîdxan û YBŞ'ê bi polîsên federal re li ser vegerandina hinek kesên hevkariya DAIŞ'ê kirine civiyan û tevlî lijneya lêkolînê bûn, girseya nerazî belavbû.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê me daye, girseya gel a li dijî anîna DAIŞ’î yan bo Şengalê li ber avahiya polîsên federal ya Iraqê ya li navenda Şengalê kombûbû, piştî hevdîtina berpirsên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ’ê belav bûn.

Piştî ku civaka Êzidî li dijî anîna hinek kesên destê wan di xwîna civaka Êzîdî de hene û hevkariya DAIŞ’ê kirine, derketin, du kes ji aliyê polîsên Iraqê ve hatin binçavkirin. Lê civaka Êzîdî ji polîsên federal xwest herdu kesên hatine binçavkirin teslîmê Asayîşa Êzîdxan û YBŞ’ê bikin, destpêkê polîsên Iraqê daxwazê redkirin, lê li ser hêrsa gel neçar ma, bi berpirsên Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ’ê re bicive.

Hate gotin, nûnerên Asayîşa Êzîdxan û YBŞ’ê jî tevlî lijneya lêkolînkirina kesên hevkariya DAIŞ’ê kirine û destê wan di xwîna Êzîdiyan de heye hatine kirin. Piştî hevdîtinê daxwaza gel bicîh hat û girse jî belavbû.

Emin El-Wetenî û Artêşa Iraqê îro çend malbat vegerandin Şengalê. Lê piştî ku jineke ciwan ferq kir kesên bi DAIŞ’ê re tevgeriyane di nava wan malbatan de heye, civaka Êzîdî rabûn ser piyan û nerazîbûn nîşan dan.

ROJENWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button