Ji Sozdar Avesta peyama Cejna Çarşema Serê Nîsanê

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, ji bo Cejna Çarşema Serê Nîsanê peyameke taybet gîhand Şengalê. Sozdar Avesta di peyamê de balê dikşîne ser siyaseta qirêj a li ser Şengalê jî û van hişyariyên girîng dike: '' Dixwazin îradeya Ezdîtayiyê li Şêxanê, li Laleşa Nûranî dîl bigirin. Divê kes neyê van lîstikan. Ez bang li Hazim Beg jî dikim, divê xwe şaş neke. Divê Meclîsa Ruhanî jî van lîstikan bibîne.''

Îro civaka Êzidî, bi coş û kelecaneke mezin Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz dikin. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî bi minasebeta cejnê peyameke bi deng gîhandiye şahiya cejna li Şengalê ku di peyamê de rewşa Şengalê jî bi berfirehî hatiye nirxandin. Sozdar Avesta di peyamê de, Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya civaka Êzidî û her wiha Cejna Remezanê ya alema Îslamê pîroz dike û banga tifaq, yekîtî û pêkvejiyana gelan dike. Endama Konseya Serokatiya Giştî Sozdar Avesta her wiha 5’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û rêveberiya nû ya meclîsa gel pîroz dike, banga bilindkirina têkoşîna xweserî û azadiya Êzîdxanê dike. Sozdar Avesta di peyamê de her wiha balê dikşîne ser pîlan û siyaseta qirêj a li ser civaka Êzidî tê meşandin û derbarê vê mijarê de bang û hişyariyên cidî li Mîr Hazim Beg û Meclîsa Ruhanî jî dike.

Peyama bi deng a Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta wiha ye;

“Çarşema Serê Nîsanê, cejna qedîm a kewandina dinê, mizginiya biharê û xemla salê li tevahiya civaka Êzidî pîroz dikim. Di şexsê fermandar Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şerzad de tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê û Êzîdxanê bi rêzdarî bibîr tînim. Emê xeyalê wan, Êzîdxaneke xweser û demokratîk mîsoger bikin. Dîsa vê cejnê li tevahiya malbatên şehîdan pîroz dikim. Li tevahiya gelê Kurdistanê û Rêber Apo pîroz be. Îsal cejna Çarşema Serê Nîsanê û Cejna Remezanê rastî hev hatin, ev jî gelekî bi nirx e. Gelê me her du cejnan bi hev re pêşwazî dike, ez cejna alema Îslamê jî pîroz dikim. Nîşaneya hevgirtina gelan cejn in.

‘5’emîn Kongreya MXDŞ’ê bi serkeftî bi encam bû’

Di arifeya van cejnan de li Êzîdxana pîroz, nîşaneya hevgirtina gelan di 5’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de derkete holê. Kongreyeke serkeftî, bi biryar, li ser xeta berxwedanê bi encam bû. Kesên ku 8 sal in li hemberî hemû êrîşên derve û hundir ev vîn parast û heya îro anîn, tevahiya xebatkar û pêşengan silav dikim. Rêveberiya nû ya meclîsê, ya desteya rêvebir ku di kongreya 5’emîn de hatin hilbijartin pîroz dikim, di xebatan de serkeftinê dixwazim. Ez bawer im bi piştgiriya tevahiya gelê me yê li Êzîdxanê û derveyî welat wê pêngaveke nû ya serkeftî pêş bixin. Di demekî wisa girîng de xwe birêxistinkirin, xwe ji demê re amadekirin nirxekî bêhempa ye.

‘Dixwazin Ezdîtayiyê li Laleşa Nûranî esîr bigirin’

Em îro dibînin li ser civaka me ji gelek milan ve êrîşên cûr bi cûr têne kirin. Di nav civakê de sîxurtî pêş dixin, bi destê hinek hêzên derve bi taybetî jî binemala Mîran di şexsê Hazim de dixwazin vê civakê bi hev bidin qirkirin. Ez bang li Meclîsa Ruhanî, bi taybetî Bavê Şêx dikim, divê van lîstikan bibînin. Eger Meclîsa Ruhanî ya Êzidiyan giştî ye, divê berjewendiyên civaka Êzidî biparêze. Bavê Şêx bavê hemû Êzidiyan e, ne yê beşek an hizbekî ye. Îro em dibînin bi van lîstikên xwe careke din nîşan didin ku dixwazin îradeya Ezdîtayiyê di Şêxan de, di Laleşa Nûranî de dîl bigirin. Divê kesek neyê van lîstikan.

‘Bila Hazim Beg xwe şaş neke, dest ji kêmasiyan berde’

Ez bang li Hazim Beg jî dikim, divê xwe şaş neke. Kêmasiyên ku dike dest jê berde, ew wî nabe tu cihî. Berjewendiyên biçûk, ên teng, ên hizbekî siyasî ya wekî PDK’ê ku bûye sedemê fermana herî dawî, vê lîstikê bibînin ku careke din neyên vê lîstikê. Ev îradeya pîroz û bi nirx ku li Êzîdxanê derketiye holê, dixwazin bi vî awayî berovajî bikin. Jenosîd û qirkirina ku li ser Êzidiyan hatiye meşandin, ku li derveyî welat 12 dewlet weke qirkirin qebûl kiriye, hinek ji van dewletan bi destê partiyên siyasî, hizbekî û Hazim dixwazin berovajî bikin. Daxuyaniya ku ji Şengalê hat pîroz bû, divê şiyar bin, di serî de tevahiya civaka me bi taybetî jî oldarên Şengalê bi navê Êzîdxan, ê ku du nav li ser wan in êdî neyên van lîstokan û hevgirtina xwe xurt bikin.

‘Rêber Apo di ber civaka Êzidî kedeke mezin da’

Hun dizanin em di pêvajoyeke gelek dîrokî re derbas dibin. Meha Nîsanê ji destpêkê heya dawiya wê, bi nirxên pîroz dagirti ye. 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo û di şexsê wî de rojbûna tevahiya gel, çand û baweriyên ku li ser koka xwe jiyan dikin, ji nû ve rojbûna wan bû. Rêber Apo keda xwe li ber hemû gelan heye, li ber civaka me ya Êzidî de jî kedeke mezin daye. Di Cejna Êzî ya 1998’an de peyama pîrozbahiya Rêber Apo wisa dibêje: ”Ez ji herkesî zêdetir ê we me, ez ewladê we me, ez di xizmeta we de me. ” Rêber Apo xwe weke xizmatkarekî azadiya civakê, azadiya jinê dît û wisa jî têdikoşe.

‘Rêber Apo Ezdatiyê zindî û nûjen kir’

Rêber Apo îro di bin tecrîdeke giran de ye, ji herkesî zêdetir erk dikeve ser milê civaka Êzidî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li hemû qadên jiyanê ji pêngava ”Dem Dema Azadiyê ye” re pêşengtî bike, têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bike. Îro fikir û felsefeya Rêber Apo di nav civaka Êzidî de bûye hîma hevgirtinê, ya tifaqê, ya xwe ji nû ve çêkirinê. Eger îro ne ji vê xeta azadiyê bûya gelê me niha bi mirinê re rû bi rû bû. Rêber Apo digot Ezdatiya qedîm a ku çand û zimanê Kurdî hilgirtiye heya roja me ya îro, ew jî bi ziwabûnê re rû bi rû ye. Fikir û felsefeya Rêber Apo, ew Ezdîtayiya ku li ber mirinê bû careke din xwîna teze lê zêde kir, Ezditayî zindî û nûjen kir, bi nirx kir. Civaka me ya Ezidî ne ya berê ye. Xwedî rêxistin e, xwedî parastin e, xwedî pergal e.

‘Jina Êzidî xwe kiriye îradeyeke mezin’

Pêşengtiya vê, jinên Êzîdxanê dikin. Yên ku êşa mezin kişandin, yên ku di hemû qirkirinan re derbas bûn, hê jî 3000 hezar jin û zarok dîlgirtî ne. Jina Êzidî êdî xwe kiriye îradeyeke mezin, keçên ciwan pêşengtiya vê dikin. Dayikên me bi berxwedana xwe têkoşînê mezin dikin. Ciwanên Êzîdxanê 8 sal in li hemberî hemû êrîşan, Yekineyên Berxwedana Şengalê, Yekîneyên Jinên Şengalê, Asayîşa Êzîdxanê bi şîara ”Xwe Ji Fermanê Parastin” xwe mezin dikin, parastina xwe dikin. Ji niha û pê ve jî em bawer in ciwan wê ji pergala demokratîk re, ji pêkvejiyana azad re pêşengtiyê bikin. Dînamîzma ciwanan û rengê jinan di 5’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de derket holê.

‘Cejna mezin a gelan 14’ê Gulanê ye’

Dîsa di vê pêvajoyê de pergala xwe pêşxistin, wekî her roj rojê cejnê be bi coş, kelecan, hevgirtî, bi tifaq têkoşîna xwe bilind kirin girîng e. Me xwest bi minasebeta Cejna Çarşema Serê Nîsanê, peyama cejnê di vê roja serfiraziyê de bigihînin we. Cejna gelan, cejna mezin wê 14’ê Gulanê be. Di 14’ê Gulanê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hilbijartin hene. Ew zalimê desthilatdar, faşîst ku ev 8 sal in bênavber li ser Êzîdxanê jî bombe dibarînin, çeteyên DAÎŞ’ê jî ajotin ser. Êdî bi têkoşîna mezin a gerilayê azadiyê ku bi taybetî di van 8 salên dawî de li çiyayên azad li ber xwe dan, berxwedana 2022’an ku bû sembola tevahiya berxwedanan li Zap, Metîna û Avaşînê, ew rê li ber têkçûnê girtin. Êdî tevahiya gelên herêmê vê cejnê jiyan dikin, di 14’ê Gulanê de li her qadekî ku hun dikarin deng bikin, bi têkoşîna xwe dikarin xizmetê bikin, banga me ji gelê me yê Êzidî re jî heye ji vê pêvajoyê re pêşengtî bikin. Di 14’ê Gulanê de bi dengê xwe, bi rengê xwe beşdarî cejna mezin a demokrasî û azadiyê, cejna gelan bibin.

‘Emê Peymana Lozanê biqetînin’

Bi vê minasebetê, ez bi bîr û baweriyeke mezin diyar dikim ku hunê di serî de li Êzîdxanê û li derveyî welat, di vê salê de, di sedsaliya Peymana Lozanê ku peymana qirkirina gelê Kurd e, hunê jî têkoşîna xwe bilind bikin ku em bi hev re karibin vê peymanê biqetînin û bavêjin zibala dîrokê. Li ser vê esasê ez Cejna Çarşema Serê Nîsanê, xemla biharê, kena li ser lêvên zarokan, kewna dinê, roja taze û pîroz li tevahî civaka Êzidî, li tevahî gelê me, li Rêberê azadiyê Rêber Apo, li tevahiya şervanan û berxwedêrên têkoşînê pîroz dikim. Di meşa we ya azadî, demokrasî wekheviyê de serkeftinê dixwazim.”

ROJNEWS

 

Show More
Back to top button