Hêzên Iraqê rê nade nûnerên Êzidiyan derbasî Şengalê bibin

Sibe li seranserî Êzdîxanê Cejna Çarşema Nîsanê tê pîroz kirin û Şengal jî weke navenda pîrozbahiya vê cejnê tê naskirin. Nûnerên civaka Êzidî yên ku ji Rûsyayê ji bo pîrozbahiyê berê xwe dane Şengalê, ji aliyê hêzên hikumeta Iraqê ve têne astengkirin.

Ev demeke li Şengalê ji bo pîrozbahiya Cejna Çarşema Serê Nîsanê amadekarî tên kirin, weke tê zanîn salane bi girseyî ev cejn tê pîrozkirin. Wekî navenda pîrozbahiya vê cejnê Şengal e, ji ber wê jî ji gelek welatan Êzidî û dostên wan berê xwe didin Şengalê û vê rojê pîroz dikin.

Lê hikûmeta Iraqê rê li ber nûnerên civaka Êzidî digire û nahêle derbasî Şengalê bibin. Ev zêdetirî ji sê rojan e nûnerên civaka Êzidî ku ji Rûsyayê bi armanca beşdariya pîrozbahiya Cejna Çarşema Serê Nîsanê berê xwe dane Iraqê, rê ji wan re nayê dayîn  ku derbasî Şengalê bibin.

Li gorî agahiyan, nûnerên civaka Êzidî du caran hewl dane derbasî Şengalê bibin lê li seytereya navçeya Keskê a li Rojavayê Mûsilê ew tên sekinandin û paş ve tên vegerandin.

Ewlekariya Niştimanî rê li ber mêvanan digire

Ev mêvan Di sedan seytereyên hekûmetê re derbas dibin bê ku pirsgirêk ji wan re bên derxistin, lê dema digihin Seytereya Kesk, ji aliyê Ewlekariya Niştîmanî (Emin Elwetenî) ve astengî ji wan re tê derxistin.

Hêjayê bi bîrxistinê ye, par jî di 18’ê Nîsanê de ku civaka Êzidî amadekariyên xwe yên ji bo pîrozbahiya Cejna Çarşema Nîsanê dikirin, hêzên artêşa Iraqê êrîş birin ser noqteyên Asayîşa Êzdîxanê û rêz li rojên pîroz ên civaka Êzidî negirt.

Şengal

Show More
Back to top button