‘Wek civaka Êzidî em deyndarê Rêber Apo ne’

Hevseroka Meclîsa Dîgorê Edol Şemo û Endamê Meclîsa PADÊ Hisên Hecî têkildarî komploya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan pêk hatiye nirxandin û gotin ku hêzên navneteweyî û dewleta Tirk a faşîst hêvî dikirin ku wê bi dîlgirtina Rêber Ocalan re Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tine bibe û doza gelê Kurd têk biçe

Hevseroka Meclîsa Dîgorê Edol Şemo û Endamê Meclîsa Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî gotin ev planên wan bi serneketiye û wiha axivîn: “Fikir û felsefeya Rêber Apo bi çend mirovan destpê kir, îro jî bûye rojeva cîhanê. Mirovên ku li azadiya xwe digeriyan, hemûyan xwe di fikir û felsefa Rêber Apo de dîtin. Rêber Apo bûye Rêberê gelê bindest. Wek civaka Êzidî em deyndarê Rêber Apo ne.”

Hevseroka Dîgorê Edol Şemo di destpêkê de hêzên komploger şermezar kir û wiha pêde çû: “Ez roja 15’ê Sibatê li hemû dewletên navnetewî şermezar dikim. Ji ber ku rolek mezin di nav komploya 15’ê Sibatê de lîstin. Ger ku ne bi destê wan dewletên zirhêz bûya dê komplo negihiştiba armanca xwe. Xayîntiyek mezin li Rêberê me kirin. Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan kedeke mezin ji bo gelê bindest kiriye.  Rêberê me kedek mezin ji bo mirovên bindest û jinê kiriye. Azadiya Serokatî azadiya jinê ye. Heta em saxîn, wek civaka Êzidî em deyndarê Rêber Apo ne. Em ê ji bo azadiya wî çi ji destê me bê bikin.”

Endamê Meclîsa Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî jî bal kişand ser komploya 15’ê Sibatê û wiha pêde çu: “Komploya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêber Ocalan komployekî navnetewî bû. Bi destê dewletên navnetewî ev komloya mezin pêkhat. Ev komploya bi hevkariya gelek hêzan hate kirin. Pir dûrî zagonên mafê mirovan bû. Çi zagonên mirovî di vê komployê de nîne. Rêber Ocalan, di têkoşîna xwe de xwe xiste milkê hemû mirovên bindest. Ew ji bo azadiya hemû kesan têkoşiya.”

Hisên Hecî wiha domkir: “Ji ber ku Rêber Apo teslîmî zihniyeta dewletên zirhêz nebû ev komplo pêk hat. Wî her tim rêya gelan û azadiya gelan hilbijart. Dewletên serdest û dewleta Tirk a faşîst, hêvî dikirin ku wê piştî girtina Rêber Apo, ev tevger û ev doza gelê Kurd, dê têkbiçe. Lê, pîlanên wan pêk nehat. Fikir û felsefa Rêber Apo ku bi çend mirovan destpê kir, îro jî bûye rojeva cîhanê. Mirovên ku li azadiya xwe digeriyan, hemûyan xwe di fikir û felsefa Rêber Apo de dîtin. Rêber Apo bûye Rêberê gelên bindest. Di fermana 73’an de, Rêber Apo Êzidî ji qirkirinek mezin xilas kir, dîsa ji koçberiyê xilas kir û eger ku careke din Êzidî hatin ser warê xwe li Şengalê bi cih bûn, bi saya fikrê Rêber Apo ye. Divê Rêber Apo bê azad kirin. Ji bo wê divê milet hemû rabin ser xwe û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin.”

ÇAVKANÎ; ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button