Hevseroka Meclîsa Xweser a Şengalê: Kongre wê bibe bersiva hemû êrişên ser Şengalê

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo ew kongreya pêncemîn bi armanca xurtkirina hêza gel û nûkirina meclîsên gel lidardixin û ev peyam da: ''Hewldanên pêkanîna Peymana 9'ê Cotmehê hene, ev kongre ji bo vê peymanê jî bersivek e. Ew dixwazin me tine bikin lê em xwe ji nû ve ava dikin. Kongre bersiva hemû êrişên ser Şengalê ye."

Li Şengalê, ji bo Kongreya 5. a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, amadekriyên dawî têne kirin. Kongre di pêvajoyeke girîng de tê lidarxistin ku êrişên li ser Şengalê û hewldanên pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê zêde bûne. Di vê çarçoveyê de wê ev kongre bibe bersiv ji hemû pîlan û lîstokên li ser Şengalê bi taybet jî êrişên li ser Rêveberiya Xweser. Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo ku di heman demê de endama komîteya amadekar a kongreyê ye, ji ajansa me re hedef û armancên kongreyê nirxandin.

‘Kongre bersiva hemû êrişên li ser Şengalê ye’

Xezal Reşo da zanîn ku ji ber êrişên dawî yên li ser Şengalê lidarxistina kongreyê bi derengî ketiye û wiha axivî: “Ji ber hemû êriş, siyaset û lîstokên li ser civaka me û li ser Şengalê me pêwîst dît ku em kongreya xwe lidar bixin. Amadekariyên kongreyê heya astekî hatiye kirin, tevî çend êrişên giran jî, lê lidarxistina vê kongreyê dibe bersivek ji dijmin re. Hedefa kongreyê ew e ku em kar û xebatên xwe careke din binirxînin, rêxistina xwe, meclîs û saziyên xwe nû bikin. Herwiha rêveberiyeke xurt ku karibe vî karî bide meşandin hilbijêrin.”

‘Nûkirina kongreyê pêdiviyek civakî ye’

Xezal Reşo her wiha bibîrxist ku vegera gel a ji Şengalê re jî berdewam e û ji ber pêdiviyên civakî jî wan biryara kongreyê daye û wiha berdewam kir: “Nûkirina vê kongreyê pêdiviyeke civakî ye, ji ber ku eger di asta pêwîst de em xwe birêxistin nekin, wê civaka me bi fermanan re careke din rû bi rû bimîne. Ji ber ku em dizanin niha jî lîstok li ser Şengalê hene.”

‘Kongre, ji bo Peymana 9’ê Cotmehê jî bersiv e’

Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo diyar kir ku ew bi hêza fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan li ber hemû êrişan sekinîne û hewldanên pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê wiha şîrove kir: “Me ji bo vê peymanê digot, ‘Fermana di bin navê qanûnê de’, dixwazin fermaneke nû bi ser civaka me de bînin. Yê ku heya niha rê li ber vê peymanê girt, ev rêxistin bû. Niha jî hewl didin vê peymanê pêk bînin. Kongreya me, di heman demê de bersivek e li dijî vê peyman û tifaqê. Em careke din dibêjin, çi peyman û tifaq hebe ku nêrîna civaka Êzidî ne di nav de be, em qebûl nakin. Ew dixwazin me tine bikin, lê em xwe ji nû ve ava dikin.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button