Guterres, Şengal û konên UN
Di vê hefteya borî de li Şengalê an jî girêdayî Şengalê rojeveke germ hebû. Êrîşên li dijî fermandarên civaka Êzidî, hevdîtinên siyasî û leşkerî, serdana nûnerên saziyên navneteweyî, hevdîtinên vekirî, yên girtî...
Rêveberiya Xweser a Şengalê di 2’ê Adarê de bi daxuyaniyeke nivîskî rewşa dawî ya li Şengalê bi berfirehî nirxandibû, hişyariyên girîng li hikumeta Iraqê û hêzên navneteweyî kiribû ku siyaseta xwe ya li beramberî Şengalê û civaka Êzidî ji nû ve binirxînin, bi siyaseta xwe rê li ber êrîşên li ser Şengalê venekin, eger dixwazin ji bo civaka Êzidî xêrek bikin, pergala wan a xweseriya demokratîk nas bikin.
Piştî vê daxuyaniyê, hem ji aliyê Iraqê ve hem ji aliyê hêzên navneteweyî ve, hin hevdîtin û daxuyanî hatin dayîn ku şik, guman û fikarên Rêveberiya Xweser a Şengalê piştrast dikirin. Yek ji wan, serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres a li Bexda û Hewlêrê bû. Guterres 01’ê Adarê serdana Bexdayê kir û ji wir derbasî Hewlêrê bû. Li Hewlêrê piştî hevdîtina bi Mesrûr Barzanî re, daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Guterres digot: ”Emê piştevanê civaka Êzidî bin.” Di pey re şertê vê piştevaniyê destnîşan dikir û digot: ”Lazim e Peymana 9’ê Cotmehê bi temamî were pêkanîn.”
Ev daxuyaniyek girîng e ku lazim e ji aliyê civaka Êzidî ve bi berfirehî were nirxandin, ji ber ku Guterres, Sekreterê NY ye ku nûnertiya bi sedan dewletên cîhanê dike. Guterres li ser navê van dewletan banga pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê dike ku civaka Êzidî vê peymanê weke ”Fermana Yasayî” binav kiribû. Jixwe, di vê tifaqa di navbera Bexda-Hewlêr û Enqerê de, nûnera NY yê Iraqê Jeanîne Plasschaert bi roleke sereke rabibû. Ango ev peyman bi navbeynkarî û çavdêriya NY de hatibû mohrkirin.
Guterres, bi daxuyaniya xwe ya li Hewlêrê, di rastiyê de siyaseta hêzên navneteweyî ya Şengalê aşkere kir. Di projeksiyona hêzên navneteweyî de, naskirina îradeya civaka Êzidî nîne. Dewletên cîhanî dixwazin civaka Êzidî di ”Konên UN” de hebûna xwe berdewam bike. Weke ku civaka Êzidî bê ax û bê war be… Di sedsala 21’emîn de tiştê ji civaka Êzidî re layîq tê dîtin ev e. Ji daxuyaniya Guterres car din hate famkirin ku xeteriya fermanên nû yên li ser civaka Êzidî heye. Jixwe, di 2014’an de hêzên ku li Ammanê civiyan, DAIŞ birêxistin kirin û bi ser civaka Êzidî de ajotin îro roj jî dixwazin vê fermanê bi Peymana 9’ê Cotmehê bibin serî.
Sekretere Giştî yê NY’yê Guterres, bi daxuyaniya xwe ya Hewlêrê, êrîşên dewleta tirk a dagirker û PDK’ê mafdar nişan da, rê li ber êrîşên nû vekir. Xuya ye wê devleta tirk dagirker a tirk û PDK di rojên pêş de pala xwe bidin vê daxuyaniyê û zêdetir êrîşê Şengalê bikin.
Rojek pey daxuyaniya Guterres, di 3’ê Adarê de vê carê jî Wezîrê Paratinê yê Iraqê Sabit Muhammed Said çû Tirkiyê û bi serokê MÎT’ê Hakan Fîdan re hevdîtin kir. Heman rojî, MÎT’ê daxuyanî da û itiraf kir ku êrîşa li dijî fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî bi destê wan hatiye kirin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê di daxuyaniya xwe ya 2’ê Adarê de ev bangawazî li hikumeta Sûdanî kiribû: ”Lazim e Iraq, êrîşên li ser Şengalê weke êrîşên li ser Bexdayê bihesibîne. Ji ber ku ewlehiya Şengalê û Bexdayê girêdayî hev in.” Wê hikumeta Sûdanî bersiveke çawa bide vê bangawaziyê ne zelal e, lê serdana wezîrê Parastinê yê Iraqê gumanên civaka Êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê zêdetir kiriye. Hikumeta Sûdanî ji vê hevdîtinê çi hêvî kiriye, di civînê de çi hatine nîqaşkirin ne zelal in. Lê civaka Êzidî bi hemû saziyên xwe ve ji hikumeta Sûdanî li benda helwest û daxuyaniyeke zelaltir in. Rêveberiya Xweser a Şengalê hê jî xwedî wê helwestê ye ku bi hikumeta Sûdanî re diyalogê pêş bixe lê eger em bi zimanê gel bêjin, nîşaneyên heyî ne ji xêrê re ne.
Di nav vê toz û dûxanê de, liv û tevgera balefirên keşfe û balefirên şer jî li ser Şengalê kêm nabe. Di rojên dawî de weke qadeke şer be 24 saet balefir li ser Şengalê têne firandin. Pêwîst e raya giştî rewşa Şengalê bi vî awayî zanibe, eger rê li ber dewleta tirk a dagirker û PDK’ê neyê girtin xuya ye wê êrîşên li ser Şengalê bi dijwarî berdewam bikin.
Lê eger helwest û sekna gelê Şengalê jî were pirsîn mirov dikare bi gotinek tarîf bike, dayikek di merasîma şehîdên dawî de digot: ”An mirineke bi şeref an jiyaneke bi rûmet.” Axaftina vê dayikê, bersiva hemû daxuyanî û hevdîtinên li Enqere, Bexda û Hewlêrê ye.
Rojnews-Êzdîn Şengalî