Leyla Sefaret: Neteweya demokratîk ji bo tevahiya Iraqê riya çareseriyê ye

Çalakvan Leyla sefaret ku ji Bexdayê beşdarî komxebata Neteweya Demokratîk bû, bang li hemû aliyan kir ku pergala Xweseriya Demokratîk a Şengalê were naskirin û ji bo fikrê Rêber Ocalan ev nirxandin kir: "Fikrê neteweya demokratîk ji bo hemû Iraqê riya çareseriyê ye.''

Di 26’ê Sibatê de di çarçoveya kar û çalakiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê de, li navenda Şengalê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve ji bo danasîna fikrê neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêya çareseriya pirsgirêkên Iraqê komxebatek berfireh bi sernavê “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de” pêk hat.

Ji bo komxebatê ji gelek aliyên Iraqê hejmarek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên komên baweriyan ên ji Başûrê Kurdistanê û bajarên Iraqê  hatîbûn vexwendin. Tevî rêgiriya artêşa Iraqê jî, ji Bexda, Nasiriyê û hinek herêmên din jî, endamên partiyên siyasî yên Iraq, rêxistinên jinan, ji mûnademe û ewlekariya Iraqê gelek mêvan beşdarbûbûn. Ji Şengalê jî TAJÊ, tevgera ciwanan, PADÊ, rûsipiyên civakê û gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser jî beşdarbûn.

Çalakvana karê jinan Leyla Sefaret ku ji Bexdayê beşdarî komxebatê bibû, bal kişand ser girîngiya Rêveberiya Xweser û diyar kir ku divê rê li ber xwerêvebirina Êzidiyan neyê girtin.

‘Demokratî ne li ser ziman, di nava sîstemê de ye’

Sefaret destnîşan kir ku bi beşdariya vê komxebata neteweya demokratîk, wan dît ku ev fikir reya çareseriya pirsgirêkên bingehîn a Iraqê ye û wiha axivî: “Bi rastî jî neteweya demokratîk çareseriya ji bo hemû Iraqê ye. Eger em bala xwe bidin, di neteweya demokratîk de, demokratî ne tenê li ser ziman e, belkû demokratiya rastî di nava vê sîstemê de ye.”

Leyla Sefaret bal kişand ser zext û zilma ku li ser civaka Êzidî tê meşandin û wiha berdewam kir: “Eger em berê xwe bidin vê herêmê ku Êzidî têde jiyan dikin, xuya dibe ku çiqas zilm li vê civakê hatiye kirin, çawa keç û jin hatine revandin û bazirganî bi wan hatiye kirin. Li vê derê li ser van hemû mijaran nîqaş hatin kirin, em jî ji aliyê xwe ve ku cihê xwe di nav gelek sazî û rêxistinên jinan de digirin, ji bo êşa çivaka Êzidî wê hewildanên me hebin.”

‘Divê rê liber xwerêvebirina Êzidiyan neyê girtin’

Çalakvana karê jinan Leyla Sefaret di dawiya nirxandina xwe de daxwaza civaka Êzidî ya xwerêvebirinê bibîrxist û bi van gotinan piştevaniya xwe anî ser ziman: “Em daxwaz dikin ku gelê herêmê xwe bi xwe bi rêve bibe û rê liber vê reveberiya wan neyê girtin. Sedem çi ye her alî dixwaze xwe bike desthilatdar? Êzidî ji her kesekî bêtir êşa xwe dizanin û dikarin xwe birêve bibin. Va ye niha jî li Şengalê rêveberiya herêma xwe dikin. Zarokên Şengalê bes in, ji bo rêvebirina herêmê û ne pêwîst e kesekî din wan birêve bibe.”

ROJNEWS-ŞENGAL

 

Show More
Back to top button