Rêveberiya Xweser a Şengal û TAJÊ ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya alîkariyê ragihandin

Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê ragihandin. Bang li hemû xelkê Şengalê hate kirin da ku tevlî kampanyayê bibin û destê alîkariyê dirêjî mexdûran bikin.

Rêveberiya Xweser a Şengal û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê erdheja li Rojava û Bakurê Kurdistanê de çêbûyî daxuyaniyek weşandin û hate gotin; “Li Rojava û Bakurê Kurdistanê gelê me rastî karesatekê hatiye û bi hezaran kes bûne qurbanî. Em wek gelê Şengalê bi van buyeran gelek êşan û xemgînin.

Li kudera cîhanê dema civak rastî karesat û zehmetiyan bên, pêwsîte gel pişta xwe bi tu aliyê desthilatdara ve girê nede û xwe bi xwe rabe ser xwe, birînên xwe bipêçe.

Me vê yekê di dema di 3’yê Tebaxa 2014’an dît. Dîsa ê li me xwedî derket û himbêza xwe ji gelê mere vekirin gel bû. Erka ser milê her kesê, xwedî lihev derketine û xwe bikin hevparê êşên hev.

Em wek civaka Êzidî ku rastî fermanê hatin, gelê me ku niha di bin karesata erdhejê dene û gelek kes ji wan bûne qurbanî li me xwedî derketin û mal û canê xwe li ber gelê mede dan.

Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi erk û berpirsiyartî dibînin bi hemû hêza xwe bibin alîkar bi mexdûrên erheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê re. Liser vî esasî em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bibin alîkar di aliyê madî û manewî de. Çi ji destê gelê me were ji bo gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bikin.

Em wek RêvberiyaXweser a Şengalê û TAJÊ kampanya alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê radigehînin.

Ji bo alîkariyên we bigihin ber destê mexûdrên erdhejê, gelê me dikare li hemû gund û navçeyên Şengalê bi rêya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, her wiha her kes bi rêya meclisên herêma xwe alîkariya xwe kom bike û alîkariyê bide gelê me yê li Rojava û Bakurê Kurdistanê. Bi hemû pêwîstiyên rojane, cil û berg, şîrê zarokan û alîkariya madî û alîkariyên din gel dikare bibe alîkar.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button