Rêveberiya Xweser a Şengal û TAJÊ ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya alîkariyê ragihandin

Piştî banga Rêveberiya Xweser a Şengal û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya ji bo destpêkirina kampanya alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê li navenda Şengalê komkirina alîkariyê destpê kir.

Li Şengalê kampanya alîkariyê ji bo piştgiriya mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hate destpêkiriye. Îro li navenda Şengal jî ji aliyê Meclîsa Gel ya bajêr ve komiteyek li bazarê geriyan, serdana dikandaran kirin û alîkarî komkirin. Dikandaran ji bo vî karê alîkariyê kêfxweşiya xwe anîn ser ziman û gotin; “Em ji ber kerasetê dil giranin û dixwazin alîkar bibin.”
Endamê Meclîsa Gel ya Şengalê Xalid Xidir bal kişand ser bandora erdheja Bakur, Tirkiyê, Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê rûdayî û xemginiya xwe anî ser ziman û wiha got; “Ev erdhej gelek tehde li hinek cihan kir. Gelê me yê li Rojava zerar dît. Em jî di nav miletê xwe bê ferq û cûdahî bixin nav de li Şengalê digerin û alîkariya ku bikarin bikin bipirsin. Em hem ji Êzidiyan, hem ji misilmanên, hem jî ji filehên Şengalê xêra ku bikarin bikin digrin. Pêdiviyên jiyanê û pere jî têde, çi ji destê wan tên didin ji bo şandina gel mexdûran. Piştî ku me bazarê xilas bikin, em difikirin mal bi mal jî alîkarîya milet bînin gel hev û birêbikin.”
‘Çawa xwedî li me derketin, emê jî xwedî li wan derkevin’Endamê
Meclîsa Gel ya Şengalê Xêro Qasîm jî anî ser ziman ku wan îro dest bi kampanya alîkariyê kirine û wiha pêde çû; “Kampanyayek însanî ye. Çawa 2014’yan dema ferman li ser me anîn hatîbûn hawara me û bûn alîkar, îro kerasetek giran li ser serê wan jî hatiye, em jî dixwazin bibin alîkar. Îro wek 3 grub em belav bûne û alîkarî kom dikin. Xêra tê dayîn, çi ji dilê wan tê didin em kom dikin û emê bigihînin xelkê mexdûr yên li Rojava. Hemû dikanên em diçin gel, bi germahî û dilek xweş me pêşwazî dikin û dibêjin ku ew dixwazin bibin alîkar. Piştî esnafan em digerin emê kolan bi kolan jî bigerin û xêrê kom bikin. 11 meclîsên nahiya û gûndan hene ku hemû yê ji milê xwe ve alîkarî kombikin û emê hemû bînin gel hev û ji mexdûran re bişînin.”
Dîkandarê bi navê Şaher Şengalî jî got; “Wana jî di demê xwede ji bo me bûn alîkar. Em jî divê di vê rewşa giran de alîkar bibin.”
Rêveberiya Xweser a Şengal û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dûh derbarê erdheja li Rojava û Bakurê Kurdistanê de çêbûyî daxuyaniyek weşandîbû û gotîbû ku ewê li Şengalê dest bi kampanyayên alîkariyê bikin. Di daxuyaniyê de wiha hatîbû gotin; “Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi erk û berpirsiyartî dibînin bi hemû hêza xwe bibin alîkar bi mexdûrên erheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê re. Liser vî esasî em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bibin alîkar di aliyê madî û manewî de. Çi ji destê gelê me were ji bo gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button