Şehîd Kînda û Berçem li Şengalê hatin bibîranîn  

 Şêniyên Şengalê şervanên azadiyê yên ku di têkoşîna xwe ya 30 salan de ji bo azadiya jin û gelan ked dane Şehîd Berçem û Kînda ku di fermana 74 de ji bo rizgar kirina civaka Êzidî berê xwe dabûn Şengalê  bi bîr anîn.

Li Şengalê Şoreşger Berçem Turcel (Hibrize Ozdurak) û Kînda Zîn (Fatma Onur) ku ji sala 1993’yan û vir ve têkoşîna azadiya jinê meşandine hatin bîranîn Şehît Kinda Zîn û Berçem Turcel yên ku di 28’ê Cotmehê sala 2022’yan li çiyayên azad şehîd bûyîn ku di ferman 3’yê Tebaxa 2014’an de ji bo civaka Êzidî ji fermanê rizgar bikin bi rêhevalên xwe re berê xwe dan Şengalê û heya ku Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê nefret rizgarkirin, bênavber li ber jin û ciwanên Şengalê de ked dan û di tevahî kêliyên xwe yên Şengalê de ji bo ku fikra Rêber Ocalan bidin civaka Êzidî bûn xwedî hewildanên mezin. Îro li Şehîdgeha Şehîd Dilgel û Berxwedan ji bo bîranîna şehîdan merasîm hate lidarxistin.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Meclisa Xweseriya Demokratik ya Şengalê û Hêzên Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê ji bo bîranîna Şehîdan axaftin hatin kirin û sinevisyonek li ser jina û kesayeka wan hate temaşekirin.

‘Şehîd Kînda û Berçem Şopdarên Doza Azadiya Jinin’

Di destpêka merasimê de ji bo rihê Şehîdan find ji aliyê dayikan ve hatin pêxistin û li ser navê saziya malbatên Şehîdan Dayê Pakiz Celal axivî û bi van hevokan qala lehengî û kesayetiya Şehîd Kînda û Berçem kir: “Em di serî de di şexsê Heval Kînda û Heval Berçem de em tevahî Şehîdên Şoreşê bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Heval Kînda û Berçem di fermanê de bi hewara me ve hatin û birînên me derman kirin. Kesayetiya herdu hevalan jî li ser jin û dayikên me pir bandorên xwe kirin. Ji ber van hevalan em fêrî xweparastinê kirin, wan em fêrikin ka emê çawa xwedî li dîrok û baweriya xwe derkevin. Ji bo wê em dikarin bêjin keda wan li ser me pire û em nikarin heqê wan bidin. Em weke mesaziya malbatên şehîdan dibêjin çi dibe bila bibe emê xwedî li xeyalên wan derkevin û em dibêjin hol hola Tawisê Meleke, şehîd namirin.”

Li ser navê Yekineyên Jinên Şengalê Fermandar Hêza Şengal jî di nava gotinên xwe de, diyar kir ku Şehîd Kînda û Şehîd Berçem jinên Şengalê fêrî xweparastinê kirin bi saya wan îro bi sedan keçên Êzidî parastina warê xwe dikin. Çawa ev Şehîdên me li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan û ser ketin li çiyayên azad jî li hember tevahî êrişên hovane yên hêza artêşa duyem ya NATO’ê bi hemû hêza xwe têkoşiyan û teknika wan vala derxistin.”

‘Bi Xweseriya Şengalê Emê Xwedî Li Şehîdên Xwe Derkevin’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico jî diyar kir ku destkeftiyên bi xwîna Şehîdan hatine ava kirin divê bên parastin û bigihêjin Şengaleke xweser û demokratik.

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber yê Şengalê Azad Hisên di kesayetiya heval Berçem û Kinda tevahî şehîdên fermanê û berxwedana Şengalê bibîr tînin û sersaziyê ji malbatên wan re xwest. Di oxira azadiya civaka Êzidî de me bi dehan jin û xortê hêja pêşeng û şervanên binirx me divê oxirê de dan.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button