Suham Dexîl: Qebûlkirina jenosîdê girîng e lê bi rewşa heyî civakê naparêze

Berdevka Têkiliyên Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Dexîl der barê biryara Parlamantoya Federal a Elmanyayê de ku jenosîda li ser civaka Êzidî qebûl kir de axivî û got ku pêwîst e statuya Şengalê ya Rêveberiya Xweser bê qebûlkirin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser civaka Êzidî ya Şengalê bi destê çeteyên DAIŞ’ê ferman û komkujiyek rabû. Di vê fermanê de bi hezaran jin hatin dîlgirtin, qetilkirin û revandin, li ser civakê komkujiyekê ku di sedsala 21’emîn de mînakê wê nîn e hat pêkanîn. Piştî 8 salên li ser komkujiyê di 19’ê Çileyê de Parlementoya Federal a Elmanya jenosîda li ser civaka Êzidî bi awayekê fermî nas kir. Berdevka Têkiliyên Dîplomasî ya TAJÊ Suham Dexîl der barê mijarê de bersiv da pirsên nûçegehana me û got: “Piştî 8 salan qebûlkirina jenosîdê gavekî girîng e bi qebûlkirina îradeya civaka Şengalê û Rêveberiya Xweser civaka Êzidî wê ji fermanên nû bê parastin.”

Çima piştî 8 salan?

Suham Dexîl anî ziman ku biryara Meclisa Ferderal a Elmanyayê girîng lê ne têrker e û got ku ferman li ber çavên her kesê pêk hatiye lê çima pişt 8 salan hatiye qebûlkirin û wiha got: “Di 19’ê Cileyê de Parlamantoya Federal a Elmanyayê piştî pêşkêşkirina pêşnûmayek, bi erêkirina hemû parlamantoyê jenosîda li ser civaka me ya Êzidî bi awayekî fermî qebûl kir. Dewleta Elmanyayê jî li hember civaka me ya Êzidî siyaseteke taybet dide meşandin. Mînaka vê jî ew e ku kesên Êzidî yên berê xwe didin Elmanyayê di demek gelekî kurt de dewlet mafê rûniştinê dide wan da ku careke din venegerin. Lê ev gava naskirina jenosîdê gavekî erênî ye û pêwîst e dewletên din jî vê yekê nas bikin.”

Xalên bi xeter ên di naskirina ‘jenosîdê’ de!

Yek ji xalên ku Elmanyayê di naskirina jenosîdê de qebûl kiriye jî pêkanîna Peymana 9’ê Comtehê ye, li ser vê Suham Dexîl teqez kir ku civaka Êzidî dê vê xalê qebûl neke ji ber ku tu car xizmeta wê nake û ew vê xalê weke berdewamiya fermana 75’an ya bi riya qanunî bi nav dikin û wiha pêde çû: “Di civaka me de hinek hesasiyet hene ku Elmanyayê di ber çavan de derbas nekiriye. Yek ji xalên di naskirina jenosîdê ew bû ku Peymana 9’ê Cotmehê bê pêkanîn. Lê divaka me bi sedan caran helwesta xwe li hemberî wê nîşan daye û gotiye ku tu carî qebûl nake.”

‘Peymana 9’ê Cotmehê berdewamiya fermanê ye’

Her wiha Suham Dexîl destnîşan kir ku peymana 9’ê Cotmehê ya abi tîfaqa dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê ve hat îmzekirin weke berdewamiya fermanê ye û wiha domand: “Gelek xal di pêşnûmeyê de hebûn lê hinekî xalên wê hebûn hesasiyeta civaka me li hemberî wan heye û weke fermaneke ku di bin navê qanûnê de bê naskirin e. PDK û dewleta Tirk ji bo vê peymanê bidin qebûlkirin kesayetên Êzidî bi kar tînin. Mîrê Êzidiyan berê xwe da Tirkiyeyê lê keseyetên Êzidî yên wiha tu car temsîliyeta civaka me ya Êzidî nakin. Dîsa ji aliya PDK’ê û dewleta Tirk ve trafîkek diplomasiyê bi hikuemta Iraqê re hebû ji bo ku Peymana 9’ê Comtmehê bidin qebûlkirin. Lê em tu carî rê nadin îradeya me teslîmê xayînan bikin. Lewma pêwîst e Elmanya van xalan careke din di ber çavan re derbas bike.”

‘Em kesên ku vê axê firotine di nav xwe de qebûl nakin’

Suham Dexîl di berdewamiya nirxandinên xwe de îşaret bi hinek xalên ku li dijî hesasiyeta civaka Êzidî hene kir û got: “Gelek xalên erênî di qebûlkirina jenosîdê de hebûn. Tişta herî zêde di wir de hatiye nîqaşkirin jî ew e ku divê Êzidî bên parastin û ji fermana 75’an bên rizgarkirin. Lê em weke civakak Êzidî li dijî xala 11’an in ku Peymana 9’ê Cotmehê qebûl dike.”

‘Kê Şengalê rizgar kir, nehatiye vegotin’

Der barê nîqaşên ku di Meclisa Ferderal a Elmanyayê de pêk hatibûn de Suham Dexîl diyar kir ku rastî û bûyerên di fermanê de qewimîne, bi awayekî zelal nehatine vegotin û wiha anî ziman: “Xalên din ên heyî em baş dinirxînin lê xalên ku kêm mane jî hene. Di parlamantoyê de nehatiye gotin ka kê Şengalê rizgar kiriye. Berxwedaniyeke mezin li Şengalê hatiye meşandin hêzên YPG, YPJ, HPG Û YJA STAR’ê berê xwe dan van çiyayan û şer kirin. Tu kes nikare vê rastiyê înkar bike. Mixabin tenê çepgirekî ev rastî di parlamantoyê de aniya ziman.”

Sedema fermanê di erêkirinê de nîn e!

Suham Dexîl anî ziman ku di qebûlkirina fermanê ya ji aliyê Elmanyayê ve sedema vê fermanê jî nehatiye diyarkirin û wiha got: “Yanî ger PDK ji Şengal nereviya ev ferman pêk nedihat, ji ber vê yekê dewleta Tirk û PDK sûcdar in û hevkariya bi DAIŞ’ê re kirine, gelek belgeyên ku vê yekê îsbat dikin jî hene. Lewma ya herî girîng ku pêwîst bû bihata nîqaşkirin ew bû ku PDK û dewleta Tirk bên darizandin. Tişta ku dewleta Tirk dixwest li Şengalê bike li nikaribû temam bike, li Efrînê îro di meriyetê de ye. Lewma di qebûlkirina jenosîdê de eger parastina Êzidiyan hatibe teqezkirin pêwîst e hemû Êzidî li ku bin bila bin vê yekê li ber çavan were girtin û ji bo Şengalê teqez wê peymana 9’ê Cotmehê ne çareserî be, wê Xweseriya Şengalê bikaribe Şengalê ji fermanan biparêze.”

‘Bi Sûdanê re nikaribûn peymanê pêk bînin berê xwe dan Elmanyayê’

Berdevaka Têkiliyên Dîplomasiyê ya TJAÊ’ê Suham Dexîl da zanîn ku PDK û dewleta Tirk ji ber di pêkanîna peyamana 9’ê Cotmehê de bin ketine, vê carê peyman kirine rojeva dewletên navneteweyî û wiha şîrove kir: “Hinek trafîkên diplomasiye hebûn li Iraqê ji bo Peymana 9’ê Cotmehê bê qebûlkirin gumanan çêdike ku qebûlkirina vê jenosîdê ji aliyê Elmanyayê ve girêdayê vê trafîkê bû. Beriya demek jî ji Şengalê şandeyek berê xwe da Bexdayê û gelek hevdîtin hatin kirin û diyar kirin ku civaka Êzidî li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê qebûl nake û sedemên neqebûlkirina wê jî diyar kirin. Dema Peyamana 9’ê cotmehê hatibû îmzekirin, dewleta Tirk, PDK’ê û Kazimî herî zêde dixwestin vê Peymanê pêk bînin lê niha bi riya Mîrê Êzidyan dixwazin peymanê bikin navneteweyî da ku zextê li hikumeta Sûdanî bikin peyman bê qebûlkirin. Lewma pêwîst e civaka me li hemberî vê siyasetê şiyar be.”

‘Ev peyman ji aliyê Êzidiyan ve nehat qebûlkirin’

Suham Dexîl di dirêjahiya nirxandina xwe de îşaret bi guhertina siyaseta PDK’ê li hember civaka Êzidî kir û got: “Di xala ku dibêje pêwîst e Peymana 9’ê Cotmehê bi beşdarbûna hemû Êzdiyan pêk bê, her kes dizane ka qala kîjan Êzidiyan dikin. Qala Êzidiyên ku di bin desthilatdariya PDK’ê de ne dikin. Êzidiyên bê îrade. PDK’ê ji bo berjewandiyên xwe berê Viyan Dexîl û Mehema Xelîl dida pêş, dît ku encam nayê girtin vê carê Mîrê Êzidiyan dane pêş. Yek ji sedemên ku ev peyman nehat qebûlkirin ji aliyê Êzidyên Şengalê ve ew e ku nêrîna wan nehat girtin, bêyî wan ev peyman hat îmzekirin. Îro jî bê nêrîna hemû civakê ev xal di parlamantoyê de hat qebûlkirin, tu ferq êdî nemaye.”

‘Em ne li dijî avakirina Şengalê ne em li dijî vegera xayînan in’

Berdevka Têkiliyên Dîplomasiyê ya TAJÊ’ê Suham Dexîl di dawiya axaftina xwe de dîsa qebûlkirina jenosîdê erînê dît û got ku pêwîst e bikeve xizmeta civak bi xwe ne aliyên siyasî û diyar kir ku ew ne li dijî avakirina Şengalê ne, ew li dijî vegera xayînan e, li dijî tunekirina îradeya Êzidiyan in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em weke civaka Êzidî, Rêveberiya Xweser û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ne li dijî avakirina Şengalê ne, ne li dijî vegera gel in, em li dijî vegera PDK’ê ne, li dijî vegera xayînan in. Ji fermanê heya niha di aste herî jor a diplomasiyê de kedekî mezin a civaka Êzidî heye ji bo qebûlkirina vê jenosîdê. Yanî bila kes nebêje ku mîr wiha kiriye. Ev 8 sal in li ser asta Iraqê û dewletên navneteweyî kar û xebat tên meşandin û wê her berdewam bike heya ku îradeya Şengalê bê qebûlkirin.”

EMÎRA ZOZAN-Şengal

Show More
Back to top button