Almanya amadekarî ji bo naskirina qirkirina Êzîdiyan dike

Parlemena Almanyayê ji bo "Qirkirina Êzîdiyan" nas bike ku di sala 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye kirin, wê roja pêncşemê kom bibe.

Almanya xwe amade dike, “Qirkirin Êzîdiyan” bi awayeke fermî nas bike. Hevparên hikûmetê Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Keskan û Hûr Demokrat (FDP) û partiyên mûxalefetê Partiyên Yekîtya Xirîstiyanan (CDU/CSU) derbarê mijarê de pêşnûmeyeke hepvar amadekirin û wê roja pênçşemê li parlemenê li ser mijarê gûftûgo bikin. Têgotin ku dibe Partiya Çep û Partiya Alternatîf ya Rastgirên Tund (AFD) jî piştgrî bidin pêşnûmeyê.

Di destpêka pêşnûmeyê de jî wiha têgotin; “Em li ber qurbaniyên qirkirinê birêzdarî bejna xwe ditewînin”. Her wiha têgotin, ew dixwazin bi vî awayî raya giştî ya Almanyayê jî ji rewşa Êzîdiyan û qirkirina li ser wan de hatiye agahdar bikin. Ji ber armanca DAIŞ’ê qirkirina Êzîdiyan bû.”

Di pêşnûmeyê de tê hedefkirin ku Navendeke ‘Arşîv û Belgeyan’ were ava kirin. Parlementera SPD’ê Derya Turk Nachbaur ji rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung re axivî û got: “Bi naskirina qirkirinê re em hewl didin bibin dengê Êzidiyên dijîn û dixwazin piştgirî bidin têkoşîna wan ya dîrokî ya ji bo edaletê.”

Heya niha Neteweyên Yekbûyî, Parlementoya Ewropa, Ermenîstan, Avûstûralya, Îskoçya qirkirina Êzîdiyan bi awayeke fermî naskirine. Lê tevî bangên Rêveberiya Xweser ya Şengalê jî heya niha rêveberiya xweser ya Êzîdiyan ku weke garantiya xweparastinê û rêxistinkirinê dibînin, ji aliyê ti dewletên ku îdîaya demokrasiyê dikin ve ne hatiye naskirin. Berovajiyê wê rojane dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê ji hewa ve êrîşê Şengalê dike û pêşengên Êzîdiyan qetil dike!

Çi bibû?

Çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşê Êzîdiyên Şengalê kiribû û li gel dagirkirina Şengalê 5 hezar Êzidî di qirkirinê re derbaskiribû. Ji ber hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê herêmê ne parastin bîlançoya qirkirina Êzîdiyan giranbû û hîn jî gelek jin û zarokên Êzidî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne û gelek gorên komî jî hîn ne hatine dîtin. Bihezaran Êzidî jî ji cih û warê xwebûn û berbelavê cîhanê bûn.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button