‘Kesên ku bûne sedema komkujiyan divê bên darizandin’

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), ji bo piştgirîdayina kampanya "Ji bo darizandina dîktator sed sedem" dest bi komkirina îmzayan kiriye. Jinan di xebatên xwe yên kampanyayê de ji jinnews re gotin: "Kesên ku bûne sedema komkujiyan divê bêne darizandin."

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), tevlî xebatên kampanyaya “Ji bo darizandina dîktator sed sedem” bûne. Îro jî li gundê Digorê dest bi kom kirina imzayan kirine.

Endama TAJÊ Nazê Sehdo, beriya dest bi komkirina imzayan bikin axivî û bal kişand ser kampanyayê û wiha pêde çu;  “Em îro ji bo darizandina dîktatoran îmze kom dikin. Em weke jinên Şengalê çi ji destê me bê emê bikin. Ev belayê ku DAIŞ’ê anî serê me em tu carî ji bîr nakin û em dixwazin kesên bûne sedema komkujiyan bêne darizandin. Divê firotina bi hezaran jinên Şengalê neyên ji bîrkirin. Sedema komkirina îmzeyan ew in.”

Perîşan Şemo jî diyar kir ku divê kesên bûne sedema komkujiyan bêne darizandin û wiha axivî: “Em jinên êzidî daxwaza darizandina dîktatoran dikin. Ji ber tiştên ku di fermanê de hatin serê me nayên ji bîrkirin. Em dizanin ku kî serkêşiya planên qirêj dike. Em dixwazin dîktator û sûcdar bêne darizandin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”

Show More
Back to top button