Desteya Oldarên Êzidiyan bang kir: Demek ji ya din zûtir vegerin Şengalê

Desteya Oldarên Êzidiyan derbarê rewşa Êzidiyan û Şengalê de civiya. Piştî civînê daxuyaniyek hate belavkirin û hate gotin; "Di vê dema dawî de Hazim Teshîn Beg çend caran seredana Tirkiyeyê kir, em wek oldarên Şengalê vê nêzîkatiya mîr bi tu awayî qebûl nakin. Em bang li gelê xwe dikin bi zûtirîn dem de vegerin ser malên xwe da ku Şengal wek welatê Xalta, Çiyayê Çêlka û Efrînê ji destê me dernekeve."

Desteya Oldarên Êzidiyan li Şengalê têkildarî rewşa dawî ya Şengal û Êzidiyan civiya. Piştî civînê derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek nivîskî hate weşandin.

Di destpêka daxuyaniyê de behsa serdana Hazim Tehsîn Beg a ji bo Enqereyê hate kirin û hate gotin; “Her kesekî destê xwe bixe nav kar û barên Ola Êzidiyan de wê rastî bertekên me bê û ev yek ji tu kesekî re nayê qebûlkirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Kesên ne xêrxwazên civaka mene bi her awayî rê li ber vegera gelê me ya ji bo ser axa bav û kalên wan digrin. Herî dawî xelkê me ê Tilizêr ku zêdetirî 8 sal bûn di wargehan de bûn, vegeriyan ser malên xwe. Di vê dema dawî de kedkar û xizmetkarak civaka me li Tilizêrê şehîd bû. Ev bûyer ji aliyê xêrnexwazên me ve hatiye kirin û dixwazin tirsê di nava gel de çêbikin. Em bi navê Desteya Oldarên Êzidiyan vê buyerê şermezar dikin.

Nêzîkatiyên mîrê Êzidiyan nayê qebûlkirin

Di vê dema dawî de Hazim Teshîn Beg çend caran seredana Tirkiyeyê kir, em wek oldarên Şengalê vê nêzîkatiya mîr bi tu awayî qebûl nakin, ji ber ku gotinek a bab û bapîrên me heye dibêje, ‘Kevirê giran di cihê xwede de qence’ eger tu wek Mîrê Êzidiyanî, di ferqa giraniya xwede be.

Em dibînin hin aliyên siyasî Mîrê Êzidiyan weke balyozê xwe bikartînin û ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî wî li ser navê Êzidiyan rêdikin welatan û karê dîplomasî li ser hesabê Êzidiyan dikin. Em bang li Mîr dikin lazime bê cûdahî ji bo tevahiya Êzidiyan kar bike, eger vê neke li himberî van nêzîkatiyên Mîr wê helwesta me cûda be.

Di van demên dawî de em dibînin gelek aliyên siyasî dest tavêjin bîr û baweriyên Êzidîtayê ku ev tişt  nayê qebûlkirin. Kî be bila bibe, eger destê xwe bikin nava karûbarên Ola Êzidiyan, emê wek oldarên vê civakê helwestek cidî nîşan bidin. Hin kes derdikevin û dibêjin ku Şengal na arame, bila gelê me bizanibe eger Şengal nebe wê Êzidîta jî nemîne. Em wek civaka Êzidî ku li Şengalê ne, em li Mergeha Mîr Şerefedînin. Her Êzidiyek dizane ku evder cihê sekin, bîr û baweriya Êzidiyane.

Vegerin Şengalê

Em bang li gelê xwe dikin bi zûtirîn dem de vegerin ser malên xwe da ku Şengal wek welatê Xalta, Çiyayê Çêlka û Efrînê ji destê me dernekeve. Guhê xwe nedin tu kesekî ku rê liber vegera we digire. Herî dawî em bang li keç û xortên xwe dikin, her kesekî ji aliyê xweve bîr û baweriya xwe biparêze. Taybet gelê me ê li dervey welat dijîn bi gelê xwe ê li Şengalê û nava kempa de ne bibin alîkar.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button