Dayik û ciwanên Şengalî: Em dixwazin Serok Apo di 2023’yan de bi fîzîkî azad be!

Dayîk û ciwanên Şengalî bi nirxandina ''Serok Apo ne kesî dibîne, ne rojê dibîne, ne şevê dibîne û ti însanek li ba wî nîne'' balê kişandin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Öcalan û ji bo sala nû ev peyam dan: ''Em dixwazin di 2023'yan de Serok Apo azad be.''

Li Şengalê di sala 2022’yan de yek ji hêvî û daxwazên civaka Êzidî, rakirina tecrîda li se Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan û azadiya wî ya fîzîkî bû. Civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê ku seranserê salê ji bo rakirina tecrîdê di nav çalakiyan de bûn, bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest bi sala nû dikin.

Dayê Mahwer a ji Dîgurê, diyarkir ku ew zextên li ser Rêber Ocalan bi ti awayî qebûl nakin û wiha axivî: ”Gelê Şengalê vê zextê qebûl nake, gelên cîhanê qebûl nakin. Em niha bi fikir û felsefeya wî dicivin û pirsgirêkên xwe çareser dikin. Em dixwazin tiştek ji Serok Apo zanibin, bi kêr nayê kesekî wisa di nav çar dîwaran de be û ti kes jê tiştek nizanibe.”

‘Serok Apo ne şevê dibîne ne rojê’

Dayê Şêrîn jî destnîşankir ku fikrê Rêber Ocalan civaka Êzidî li hev kom kiriye û li ser rewşa tecrîdê wiha got: ”Serok Apo di nav 4 dîwaran de ye. Kes nikare di bin van zextan de di nav 4 dîwaran de li ber xwe bide, lê Serok Apo liber xwe dide. Ne kesî dibîne, ne rojê dibîne, ne şevê dibîne û ti însanek li ba wî nîne. Bi rastî fikrê wî gelek xurt e ku dikare wisa li ber xwe bide.”

Dayê Şêrîn her wiha bang kir ku rê were dayîn malbat û parêzer herin li gel Rêber Ocalan hevdîtinê pêkbînin.

‘Fikrê Serok Apo sûd dide herkesî’

Endamê Mekteb siyasî ya PADÊ Elî Dîgurê jî balkişand ser fikrê Rêber Ocalan û wiha berdewam got: ”Fikrê wî zirarê nedaye ti kesî, lê kê mihtaç bûye bi fikrê wî xwe pêşxistiye. Em deyndarê vî fikrî ne ku di roja herî zehmet de xwe gihande me. Em di sala 2023’an de azadiya serok Apo ya fîzîkî dixwazin. Em dixwazin malbat û parezerên wî biçin hevdîtinê pê re bikin.”

Elî Dîgurê her wiha ji ber peyva ‘terorîst’ bertek nîşanî hêzên navneteweyî da û got: ”Ji bo Serok Apo û şervanên wî dibêjin ‘terorîst’, însaniyetiya ku bi Serok Apo re heye li tu rêxistin an jî dewletî nîne.”

‘Lazim e em rastiya Serokatî baş nas bikin’

Yek ji ciwanên Êzidî Cemal Dîgurê jî diyar kir fikrê Rêber Ocalan ji bo hemû gelan e û wiha berdewam kir: ”Em dixwazin Serok Apo were azadkirin. Em bi xêra vî fikrî xwe nas dikin, xwedî li rastiya xwe derdikevin. Wî ev fikir da me, lazim e gelê me rastiya Serokatî baş nas bike.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button