Wezareta Koç û Koçberan Em ê ji bo dawîlêanîna koçberiyê kar bikin

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku wê di çarçoveya planên hikûmetê de di nava 6 mehên bê de dawî li dosya koçberên Iraqê bînin û ji bo vegerandina 300 malbatên Iraqî yên li Tirkiyeyê destûr wergirtiye.

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Êvan Fayeq di civîna çapemeniyê de ragihand ku wê di çarçoveya plana hikûmetê de ji bo di nava 6 mehan de dawî li dosya koçberan bînin kar bikin û ji bo vê armancê jî daxwaz ji hemû hêzên siyasî kir ku destwerdanê li dosya koçberan nekin.

Êvan Fayeq diyar kir ku di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan hemahengî heye û got ku divê ji bo vegerandina koçberan şert û merc werin afirandin.

Êvan Fayeq destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zêdetirî 300 malbatên koçber ên Iraqê hene û ji bo vegerandinê destûra pêwîst girtiye. Êvan Fayeq dazanîn ku divê di serî de ji bo van koçberan test were çêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku di dema kabîneyên berê de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)  destûr nedida koçberên Êzidî yên li Herêma Kurdistanê vegerin Şengalê û ev rewş bibû sedema fikara welatiyên Êzidî.

ROJNEWS

Show More
Back to top button