Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ civîna xwe ya salane li dar xist

Li ser bingeha danasîna rastiya êşa ku jinên Êzidî kişandine û hesabpirsîna ji kesên ku bûne sedema fermana 2014'an, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) duh civîna Komîteya Dîplomasî ya salane li dar xist.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), piştî fermana 2014’an heya roja îro bênavber ji bo jinên Êzidî, bi taybetî jî ji bo jinên ku di destên DAIŞ’ê de ne kar û xebatên xwe didomîne. Yek ji komîteyên herî girîng a TAJÊ ku îsal jî bi awayekî aktîf rola xwe lîst, Komîteya Dîplomasiyê ye.

Jinên Êzidî yekem car bi riya Komîteya Dîplomasiyê piştî fermanê, êş, birîn, serkeftin û riyên çareseriya pirisgirêkên jinên Êzidî, bi hemû jinên cîhanê re parve kirin. Îsal jî Komîteya Dîplomasiyê bi jinên Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê re li ser bingeha danasîna fermana 2014’an û ji bo qebûlkirina fermanê kar û xebatên berfireh meşandin.

TAJÊ li ser bingeha xurtkirin û mezinkirina xebatên xwe yên dîplomasiyê yên di sala 2022’an de hatibûn meşandin, li ser hîmê rizgarkirina jinên Êzidî yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de û ji bo ferman weke jenosîd bê qebûlkirin, duh civîna xwe ya salane li dar xist.

Darizandina kesên bûne sedema fermanê hat bilêvkirin

Di civînê de endamên rêveberiya TAJÊ amade bûn. Ji bo sala nû biryara mezinkirin û firehkirina xebatên komîteya dîplomasiyê li ser bingeha bi cîhanê re qebûlkirina fermana 2014’an û rizgarkirina jinên Êzidî yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de, hatibû girtin. Her wiha pêwîstî hat dîtin ku zêdetir êşên jinên Êzidî bi hemû jinên cîhanê re werin parvekirin. Her wiha yek ji xalên bingehîn ew bû ku kesên bûne sedema fermanê bên darizandin.

‘Em ê bi îradeya xwe civakê biparêzin’

Endama TJAÊ’ê Tewrê Xelef li ser encama civîna Komîteya Dîplomasiyê got ku wan bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îradeya xwe ava kirine û bi vê îradeyê jî dê civaka xwe azad bikin û wiha anî ziman: “Beriya fermanê em weke jinên Êzidî bê îrade bûn. Lê îro bi saya fikir û ramanên Rêber Apo em bûn xwedî îrade û ne tenê êdî li Şengalê, li hemû cîhanê em xwe didin naskirin û mafên xwe daxwez dikin. Ev civîna me jî bi amadebûna endamên rêveberiya meclisên TAJÊ hatiye lidarixistin. Em ê di sala nû de gavên xurt bavêjin.”

Di sala nû de xebatên ji bo nasîna jenosîdê

Her wiha Zehra Dexîl jî diyar kir ku jinên Êzidî gavên mezin avêtine û li ser wan gavan di sala nû de dê kar û xebata xwe hîn berfirehtir bikin. Zehra Dexîl wiha domand: “Di civîna me de me kar û xebata salekî nirxand lê me giranî da xebata sala nû. Ka em ê di sala nû de çi kar û xebata Dîplomasiyê bidin meşandin. Yek ji xalên girîng ên civînê jî ew bû ku jinên Êzidî ku berê nikaribûn ji deriyê mala xwe derkevin îro heta Baxdayê û welatên din diçin û daxwaza mafên xwe dikin. Em ê gavên mezintir jî bavêjin. Em hêvî dikin ku hemû jinên Êzidî van gavan weke hêzeke binirxînin û hemû bibin xwedî îrade. Pêwîstiya me bi yekitiya hêza me heye ji ber ku planên gelek mezin li ser jinên Êzidî tên meşandin. Pêwîst e em hişyar tevbigerin û bi baweriya xwe û axa xwe ve heya dawî girêdayî bin.”

Show More
Back to top button