Li Şengalê ji bo azadiya Rêber Ocalan konê çalakiyê hat vedan 

Bi pêşengiya Yeketiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yeketiya Ciwanên Êzidî li Şengalê konê çalakiyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vedan. Wê çalakiya kon 5 rojan berdewam bisiklet.

Li seranserî cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên cur bi cur tên lidarxstin. Civaka Êzidî û bi taybet jin û ciwan ji bo azadiya Rêber Ocalan û li dijî tecrîda girankirî li ser linganin.

Bi vê armancê bi pêşengiya Yeketiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yeketiya Ciwanên Êzîdxanê li komlageha Dugurê a Şengalê konê çalakiyan hatiye vedan.

Çalakiya kon ku îro hate despêkirin , gelê herêmê tevî endamên sazî û rêxsitnên Şengalê seredana kon kirin û piştgrtiya xwe a bi çalakiya ji bo azadiya Rêber Ocalan re anîn ziman.

Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku bi girseyî seredana kon kirin , piştgirî dan çalakiyê û liber kon daxuyanî dan çapemeniyê.

Di destpêka çalakiyê de Endamê Yektiya Ciwanên Êzdîxanê Salim Zerdeşt axivî û da diyakirin ku ew wek ciwanên Êzidî bi pêwîst dizanin li himberî tecrîd û ev karê ne mirovahiyê ku li Îmraliyê di qewime dengê xwe bilind bikin. Salim var; “Ev demek dirêje ne edaletî li himberî Rêbertî tê kirin, rê nayê dayin parêzer û malbata wî seredana wî bikin. Rê li ber digirin ku gelê Kurd ji rewşa Rêberê xwe agahdar bin. Bi vê tecrîda li Îmraliyê re dewleta Tirk a dagîrker êrîşên xwe liser herêmên parastina medya jî zêdekirine. Di şexsê Rêbertî de dixwazin gelên ku bûne xwedî îrade, bê îrade bihêlin.”

Di dewamê de îşaret bi pêknehatina hevdîtina CPT ya li gel Rêber Ocalan hat kirin û hat gotin, “Em wek civaka Êzidî ji rewşa Rêbertî bi gumanin ji ber ku herî dawî CPT bi daxuyanyên xwe ên ne zelal ev guman zêdetir kir. Em jî wek ciwan heya agahiyê ji Rêberê xwe negirin emê her di nava çalakiyan debin. Ev konê me wê 5 rojan dewam bike lê çalakiyên me wê tenê bi kon re sînordar nemînîn.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo jî axivî û got; “Fikrê Rêber Apo em gihandin vê astê ku xwe li ser piyan bigrin û bibin xwedî îrade. Em jî wek civaka Êzidî heya zarokekî me hebe ji bo azadiya serokatî emê di nava tekoşînê debin û li Rêbertî xwedî derkevin. Her kes dizane ku tiştê li Îmraliyê di qewime ne edaletiye. Pêwîste her kes li dijî vê ne edaletiyê dengê xwe bilind bike.”

Piştre li ser rastiya Rêber Ocalan sinevizyon hate pêşandan.

Rojane wê li ber konê çalakiyê ji aliyê Navenda Çand û Hunera Şengalê ve stran bên gotin û govend bê gerandin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button