Rêveberiya Xweser pêşwazî li malbatên vegeriyan Tilezêr kir

Îro 89 malbatên koçber ên li Wargeha Serdeşt a çiyayê Şengalê vegeriyane ser malên xwe yên li nahiya Tilezêr û ji aliyê Rêvberiya Xweser ve hatin pêwazîkirin.

Piştî 8 salan ji koçberiyê, 89 malbat di bin çavdêriya Netewên Yekbuyî de bi hevkariya hin dezgehên alîkariya mirovî vegeriyane nahiya Tilezêr a Şengalê. Malbatên vegeriyan ji aliyê Rêvberiya Xweser a Şengalê ve hatin pêşwazîkirin û alîkariya wan hate kirin.

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ku di ser rêya serke a Tilezêr di pêşwaziya malbatan de bû, got: “Ev pêla vegerê bersivek herî mezine ji bo dijminê me. Gelek aliyên siyasî hene bi şerê taybet dixwazin gel venegere û wisa didin xuyakirin ku Şengal ne arame. Gelê me dema wiha vegera liser malên xwe ev peyama ewlehiya Şengalê didin.”

Hisên bi navê Rêveberiya Xweser spasiya hemû dezgeh û aliyan kir ku ji bo vegera gel bûne alîkar û got; “Pêwîste ne tenê xelkê me yê li Serdeştê, divê hemû gelê me yê li kampên Başûrê Kurdistanê de ne jî vegerin ser malên xwe.”

Berpirsê Wareha Serdeştê Elî Şabo jî li ser vegera koçberan agahî dan û da zanîn ku îro 89 malbat vegeriyane, ev hemleya vegerê wê dewam bike. Ji bo gel vegere ji aliyê rêxistnên navdewletî ve hin alîkariya madî ji wan re hatiya kirin û li Tilezêr jî derfetên kar ji wan re hatine peydakirin.

Şaredariyên, Girzerik, Sîba Şêx Xidir û Tilezêr ên ser bi Rêvberiya Xweser ve jî ji bo alîkariya malbatên vegeriyane ketina seferberiyê û ji bo paqijkirina malên welatiyan dibin alîkar.https://rojnews.news/ku/kurdistan/ji-ber-sengal-aram-e-nezi-90-malbat-ji-wargeha-serdeste-vedigerin-til-izere/

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button