Şerê mezin ê Derwêşê Evdî li hemberî dagirkeran dewam dike  

Çirûska berxwedanî, eşq û evîna Derwêşê Evdî ku li Deşta Wêranşarê pêket, ji Çiyayên Zagrosan heya Şengalê her diçe geş dibe. Gerîlayê HPG'ê Agir Til Izêr ku ji binemala Derwêşê Evdî ye bi heskirineke mezin ji Şengalê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li hemberî neviyên Osmaniyan şer kir, dîroka berxwedaniya Derwêş dûbare kir û peyama berdewamiya şerê mezin a li himberî dijmin da.

Di dîrokê de gelek çîrokên evîniyê hene ku bi dawî bûne, lê dema bi heskirina welat re bibe yek, wê demê bidawîbûna eşqê nîne. Derwêşê Evdî çawa ku heskirina xwe ya ji Edûlê bi azadiya welatê xwe re girêda, ev heskirin bû mîna darekê ku çiqasî kevnar bibe jî lê her şitlên nû ji nava koka wê derdikevin. Ev heqîqeta dîrokî heya roja me ya îro dewam dike. Ev çîroka evîna bê dawî ku ji Dewrêşê Evdî û Edûlê destpêkir îro jî ji çiyayên Zagrosan heya Şengalê, her diçe geştir dibe.

Eşqa mezin evîna mezin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan gotibû: “Eşqa Derwêşê Evdî mezin e, şerê wî yê li hemberî dijmin jî mezin e.” Keç û xortên Êzdiyan jî ketine ferqa mezintiya vî şerê li hemberî dagirkeran, mîna Derwêş berê xwe dane çeperên berxwedanê û mîna Derwêş û Edûlan berdewamî dan destana heskirina bê dawî.

Gerîlayê HPG’ê Xalid Qasim bi nasnav Agir Til Izêr ku di 11’ê Hezîrana 2022’an de li Qada Werxelê ya Zapê li hemberî dagirkeran bû mîna şitlek ji dara heskirinê ya Derwêşê Evdî û li hemberî neviyên Osmaniyan heya dawî li ber xwe da û şehîd ket. Derwêş jî bi heman awayî ji bo heskirina xwe ya ji Edûlê û welatê xwe re li hemberî Osmaniyan heya kêliya dawî li ber xwe daye. Îro ji Şengalê heya çiyayên azad bi sedan Derwêş û Edûl hene ku hemû heskirina xwe bi azadiya welat ve girêdane û di nava rûpelên dîrokê de destanên vê heskirinê dinivîsin.

Destana Dewrêş li çeperên Werxelê berdewam dike

Dîroka berxwedanî û heskirina Derwêş ku beriya bi sedan salan e, îro careke din li çeperên şer ên Werxelê hat nivîsandin. Ji ber ku Şehîd Agir, ji binemala Derwêşê Evdî ye ji Eşîra  Şerqiya, ji tebeqeya Feqîran a Êzdiyan e, mirov hîn zêdetir dibîne dike ku dîrok xwe nû dike.

Derwêşê Evdî jî ji eşîra Şerqiya ya tebeqa Feqîran bû û li hemberî Osmanî û eşîrên Ereb li ber xwe da. Şehîd Agir ku ji heman malbatê ye li hemberî heman dijminî berxwedanî kir û şehîd ket, lê bi şehîdketina Derwêş û Agiran, mohra berxwedaniyê ji vê malbatê kêm nebûye û xwedî derketineke bêhempa li vê mîraseyê heye. Ji ber ku di roja şîna Şehîd Agir de serokeşîr û rûsipiyên eşîra Şehîd Agir, soza xwe ya berdewamkirina têkoşîn û berxwedaniya li hemberî dagirkeriyê dûbarekirin û dan diyarkirin ku dewleta Tirk bi sedan sale li hemberî Êzdiyan her şer kiriye û berxwedaniya Êzidiyan jî wê bi şehîdbûna Şehîd Agir bidawî nebe.

Rêber Abdullah Öcalan gotibû: “Yên ne xwedî serkeftinê bin, nikarin bibin xwedî evînê jî.” Ev destana evîn û serkeftinê di van kêliyên em tê de ne ji Şengalê heya Zap, Metîna û Avaşînê berdewam dike…

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎ Şingal

Show More
Back to top button