Li Xanesorê ji bo gerîlayê HPG’ê konê sersaxiyê hate danîn

Li Xanesorê ji bo gerîlayê HPG'ê Agir Til Izêr ku di 11'ê Hezîranê de li Zapê şehîd ketibû, konê sersaxiyê li ber mala wî hate danîn.

Di 12’ê Kanunê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand, gerîlayê bi navê Agir Til Izêr ku xelkê Şengalê ye, di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de li qada berxwedanê ya Werxelê şehîd bû.

Di roja cejna rojiyên Êzî de li bajarokê Xanesor ya Şengalê li ber mala şehîd Agir konê sersaxiyê hate danîn. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê sersaxiyê dikin. Dayikan wêneyên şehîd bilindkirin, tê payîn 3 rojan kon vedayî bimîne.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button