Şengalî ji ber ambargoya PDK’ê nikarin amadekariya zivistanê bikin

Civaka Êzidî di nava bêderfetî û di bin ambargoya PDK'ê de peşwaziya zivistanê dikin û banga xwe digîhînin cihên pêwendîdar daku alîkariya wan was kirin.

Şengal piştî fermana 2014’an xwe ji nuve avakir û li hember her cure erîşan bi berxwedaniyê heta roja me îro xwe li ser linga girt. Weke her sal civaka Êzidî îsal jî Zivistanê di bin erîşên hewildana koçberkirinê de derbas dikin.

PDK, dewleta dagirker a Tirk û hikumeta Iraqê ji despêka werza Havîna 2022’an ve li Şengalê ambargoya benzin, mazot û gazê danîne. Ji ber vê yekê civak nikare pêwîstiyên xwe ên jiyanê peyda bike û Zivistanek zehmet derbas dike. Lê ruxmê hemû hewildanên dijmin a koçberkirinê, civaka Êzidî terka axa xwe nadin.

Yek ji wan malbatên ku bi zor û zehmetiyên Zivistanê re ru bi ru maye, malbata welatiyê bi navê Seîd Şengalî ye. Seîd bi malbata xwe re li kampa Şehîd Nazê ya Çiyayê Serdeşt a Şengalê de dijîn.

Seîd bibîr xist ku ew ji fermanê heta niha li kampê dijîn û wiha got: “Ev bû 8 sal em di kampa Şehîd Nazê de di nav çadiran de dijîn. Piştî fermanê tu kes alîkariya me nekiriye. Zivistan hat ne yek alikariya me dike ne jî gaz tinin Şengalê. Em gelek zehmetî dikşînin.”

Seîd ji bo alîkariyê ev bang li aliyên peywendîdar û xêrxwazan kir: “Demê Zivistanê hatiye û pewîstiyên me bi gaz, jeneratoran heye. Kî alîkariya me bike mala wî ava be.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button