Erebên Şengalê: Artêşa Iraqê rê li ber karê me digire

Meclîsa Gel a Herêma Ereban a Şengalê bi daxuyaniyekî diyar kir ku artêşa Iraqê bi hîncetên ne rast karê wan yê rojane asteng dike û gelek caran derdora gundên wan dorpêç kirine. Her wiha bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku mudexeleya vê rewşê bikin.

Meclîsa Gel a Herêma Ereban a Şengalê ku li gundên Medîban û Hesewîk ên dikevin ser sînorê Şengalê û Rojavayê Kurdistanê ye daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Iraqê ku erka wê parastina sînore rojane astengiyan ji xelkê gundên sînor re çêdike. Ji bo meşandina karên rojane jî gelek caran artêşa Iraqê rê li ber wan girtiye û bang li hemû aliyan kir ku vê rewşê ne hiquqî  rawestînin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em weke xelkê gundên ku dikevin sînora bakurê çiyayên Şengalê zehmetiyên gelek mezin ji bo meşandina karên meclîsê ya rojane dikişînin.

Artêşa Iraqê ku erka wê parastina sînorên Iraqê ye rê nade ku em bi erka xwe li hember xelkê xwe rabin. Em karên meclîsa gel didin meşandin. Em pirsgirêkên civaka xwe çareser dikin û dixwezin jiyanekî bi ewle ava bikin. Lê mixabin artêşa Iraqê vê yekê ji me re weke mafekî nade.

Em weke civaka Ereb a li Şengalê jiyan dikin me gelek tişt di fermana DAIŞ’ê ya sala 2014’an de jiyan kir, lewma piştî fermanê em dixwezin jiyanekî bi ewle ava bikin. Me têkoşînekî aştiyane daye destpêkirin, ev têkoşîna me guhartinên mezin di civaka me de avakiriye, lê mixabin aliyên çekdarî yên hikumeta Iraqê daxwezên me şaş fêmkirine û me weke xeteriyekî dibînin. Heta rê li ber xwe gihandina ragihandinê jî ji me re digrin.

Lewam em rojan ru bi ruyê astengiyan tên, ji aliya artêşa Iraqê ve gundên me tên dorpêç kirin. Jiyane me jî dane cemidandin. Em weke civaka Ereb ya herêma Şengalê bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku rê li ber vê ne heqiyê û dijî qanunî bigrin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev kiryarên artêşa Iraqê ne yekem care. Berê demekî jî artêşa Iraqê dixwest di navbere gundên Ereb û Êzîdiyan de têl bike, lê bi têkoşîna Êzidî û Ereban hate rawestandin. Herî dawî jî jinên Ereb xwestin bi boneya 25’ê Mijdarê meşekî li darbixin lê ji ber astengiyên artêşa Iraqê veguhastin daxuyaniyekî.

ROJNEWS=ŞINGAL

Show More
Back to top button