Cîgirê Serokê PADÊ: Divê Iraq li hemberî êrişan giliyê Tirkiyeyê bike

Cîgirê Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) Şêx Azad Abdullah Kerît diyar kir ku dewleta Tirk rêzê ji hîmên cîrantiyê re nagire û hewla berfirhekirina dagirkeriya xwe dike. Şêx Azad Abdullah Kerît got ku divê Iraq li dijî êrişên Tirkiyeyê giliyê wê bike.

Cîgirê Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) Şêx Azad Abdullah têkildarî êrişên dewleta Tirk ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku Tirkiye timî xaka Iraqê bombebaran dike û di encama êrişên wê de welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê şehîd û birîndar dibin.

Şêx Azad Abdullah destnîşan kir ku Tirkiye rêzê ji hîmê cîrantiyê re nagire û hewl dide ku dagirkeriya xwe berfireh bike û got: “Enqere rêzê ji hîmê cîrantiyê re nagire. Hewl dide operesyona xwe ya li welatê me berfireh bike. Divê çarçoveyê de rojane êriş dike li ser gundên Şengalê. Dixwaze nasnameya Êzidiyan çatal bisiklet.”

Cîgirê Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) Şêx Azad Abdullah Kerît da zanin ku ew rola gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li dijî êrişên ku dewleta Tirk li ser herêman dimeşîne bilind dinirxînin û got: “Divê niha hikûmeta Iraqê li ser asta navneteweyî li dijî êrişên Tirkiyeyê gavekê bavêje û li ser gilî tomar bike.,

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button