Ciwanên Êzidî bi meşekê salvegera damezrandina PKK’ê pîrozkirin

Bi pêşengiya Jinên Ciwan ê Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê ji bo pîrozkirina 44. salvegera damezrandina PKK'ê meşek meşaleyî lidarxsitin û berxwedana gerîlayên azadiyê silav kirin.

Bi boneya 44. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê li Şengalê ciwanên Êzidî meşek meşaleyî lidarxistin û piştgrtiya xwe a bi berxwdaniya gerîlayên azadiya Kurdistanê anîn ziman.

Meşa ku bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Şengal û Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê ve hatibû rêxstinkirin, bi dehan kes tevlî bûn. Meşê ji mezargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê despêkir.

Di meşê de bê navber bi dirûşmeyan berxwedaniya gerîla hate silavkirin, her wiha di meşê de dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxewdana gerîla’ hatin qêrîn.

Meş heya riya gundê Kolika dewam kir û liwir daxuyaniyek hate dyaîn. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê endamê rêvberiya Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê Salim Zerdeş ve hate dayîn, berxwedaniya gerîla hate silavkirin û wiha hate gotin; “Di serîde em 44. salvegera damezirandina PKK’ê li rêber APO û gerîlayên azadiyê ku lidijî dagirkeriya dewleta Tirk liber xwe didin silav dikin. Dewleta Tirk a dagirker ji dema avabûna PKK’ê heya nihe dijatiya gelê Kurd kiriye û li her derê êriş dike. Ev êrişên dewleta Tirk heya niha jî, hem li ser Rojava û li ser gerîlayên azadiyê dewam dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanên Êzidî piştgiriya xwe bi gerîla re anîn ziman hate gotin; “Em wek ciwanên Êzidî vê berxwdaniya ku 44 salin tê meşandin pîroz û silav dikin. Emê heya dawî liser vê felsefê bin û têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin.”

Meş bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedan gerîla’ dawî bû.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button