Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ: Dem dema parastina şoreşa Jinên Êzidî ye 

Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî derbarê asta têkoşîna jinên Êzidî de diyarkir ku li Şengalê, herî zêde jin şoreşê pêş dixin û got; "Ew dem e ku em şoreşa xwe biparêzin û pêşengtî ji civaka xwe re bikin. Parastina cewherî û yekîtîya jinên Êzidî hedefên me yên herî girîng in."

Jinên cîhanê îsal 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, ji her salê cûdatir bi hêvî û baweriya şoreşa jinan pêşwazî dikin. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rojhilatê Kurdistanê’, li hemû cîhanê derfetên şoreşa jinê xistiye rojeva têkoşîna jinan. Herî dawî jî di destpêka meha Mijdarê de jinên cîhanê li Berlînê kom bûn, jinên Êzidî jî di salvegera rizgariya Şengalê de kongreya xwe ya duyemîn pêk anîn.

Berdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî, di çarçoveya têkoşîna jinan a li dijî tundiyê de; derbarê rola jinên Êzidî ya di parastina Êzdayetî û Şengalê de, ji bo jinên Êzidî têkiliya azadî û parastina cewherî û girîngiya yekîtîya jinên Êzidî ji ajansa me re axivî.

‘Herî zêde jina Êzidî zirar dîtiye’

Suham Şengalî di destpêka nirxandina xwe de civaka Êzidî wekî çanda herî qedîm a Mezopotamyayê, jina Êzidî jî wekî parêzvana vê çanda qedîm a mirovahiyê pênase kir û got: “Eger baş were lêkolînkirin emê bibînin ku herî zêde jinên Êzidî ji van fermanan zerarê dîtine. Tişta em ji vê rastiyê fam dikin çi ye? Ya ku çand, ziman, bawerî diparêze jina Êzidî ye.”

Suham Şengalî tevî hemû êriş û fermanan, berdewamiya vê çandê bi nasnameya jinên Êzidî re şîrove kir û ev nirxandin kir: “Di dîrokê de dîroka berxwedana jinên Êzidî heye. Hin ji wan di warê çandî de, hin ji wan di warê civakî de, hin ji wan jî di warê parastinê de pêşengî li civaka Êzidî kirine. Tişta ku îro jinên Êzidî lê xwedî derdikevin, ev mîrateya dîrokî ye. Di fermana herî dawî de jî herî zede êrişê jinê hate kirin. Jenosîda civaka Êzidî di şexsê jina Êzidî de hatiye jiyan kirin.”

‘Jinên Êzidî dîtin ku rêxistin nebe hebûn jî nabe’

Jinên Êzidî li hemberî rastiya fermanan ne tenê bi hêrs in her wiha di nav lêgerîna parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiyê ne jî, Suham Şengalî jî vê heqîqetê destnîşan kir û wiha pêde çû: “Piştî fermanê jinên Êzidî dîtin ku eger mirov ne bi îrade be, ne birêxistinî be, hêza wê nebe wê nikaribe hebûna xwe biparêze. Gava yekemîn, parastina hebûna xwe ya li ser vê axê bû. Di fermanê de beşeke ji civaka Êzidî li Çiyayê Şengalê man û biryara xwe rêxistinkirinê dan. Bi rizgarkirina Şengalê re jî hêza xwe ya parastinê ava kirin. Ne ku ferman xilas bû êriş sekini, êrişên îro heyî ji yên çeteyên DAIŞ’ê hovanetir in.”

‘PDK li ser jinên Êzidî siyaseteke zirav dimeşîne’

Suham Şengalî li ser girîngiya Şengalê ya ji bo Êzidiyan got ku cihê ku hemû Êzidî bi serbilindî bêjin ‘Em Êzidî ne’ Şengal e û li ser polîtîkayên şerê taybet ên PDK’ê jî helwesta jinên Êzidî wiha anî ser ziman: “Çawa ku êriş destpêkê jinên Êzidî hedef digire, lazim e jinên Êzidî jî pêşengiya parastinê bikin. Doza Êzdayetiyê de di esasê xwe de doza jinên Êzidî ye. PDK li ser jinên Êzidî siyaseteke pir zirav dimeşîne. Îro li wargehên Başûrê Kurdistanê herî zede êriş li ser jinên Êzidî têne kirin. Kuştina Axîna biçûk nişan da ku rêbazên hovitiya DAIŞ’ê berdewam dike. Eger rêxistin xurt nebe û têkoşîn berfireh nebe, ev êriş wê berdewam bikin. Lazim e civak zêdetir bikeve nav zanîna xwe parastinê.”

‘Di vê demê de parastin û rêxistinkirin gelekî girîng in’

 

Suham Şengalî kongreya duyemîn a TAJÊ, nîqaş û biryarên kongreyê jî bibîrxist û encamên kongreyê wiha nirxand: “Bi taybetî di vê pêvajoyê de parastin gelekî girîng e, parastina çanda xwe, hebûna xwe, nirxên xwe. Ji bo TAJÊ, rêxistinkirina hemû jinan ji bo me hedef e. 25’ê Mijdarê nêzîk dibe û em li hemû cîhanê dibînin ku ev sedsal dibe sedsala azadiyê jinê ye. Rêber Apo var, ‘Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala azadiya jinan.’ Li Rojhilatê Kurdistanê serhildana jinan mezintir dibe. Li çiyayên azad gerîlayên YJA-Starê li ber xwe didin. Li cîhanê li hemberî sîstema ku hebûna jinê nas nake, serhildaneke di asta herî jor de heye.”

‘Yekbûna jinên Êzidî dikare Şengalê biparêze’

Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî di dawiya nirxandinên xwe de têkiliya şoreşa jinê û azadiya Şengalê nirxand: “Li Şengalê jî ya ku herî zêde şoreşê pêş dixe jin e, ew deme ku em şoreşa xwe biparêzin û pêşengtî ji civaka xwe re bikin. Eger jina Êzidî li Şengalê ne xwedî îrade be wê civaka Êzidî jî nikaribe îradeya xwe biparêze. Îradekirina jin di qada parastinê de jî hedefek me ye. Parastina cewherî di vê pêvajoyê de xala herî girîng e. Ya din jî pêşxistina yekîtîya jinane. Eger jinên Êzidî yekîtîya xwe ava bikin wê karibin li hemberî êrişan Şengal û jinên Êzidî biparêzin.”

Çavkanî-ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button