‘Berxwedan yekane riya jiyanê ye’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Edol Hecî bikar anîna çekê kîmyewî ya dewleta Tirk şermezar kir û bang li her kesî kir ku li dijî bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk xwedî wijdan bin.

Şengal – Dewleta Tirk a dagirker ev 7 meh in bê navber êrîşê Başûrê Kurdistanê dike, ji teknîka giran heyanî çekên kîmyewî yên di qada navnetewî de hatine qedexekirin li dijî gelê Kurd bikar tîne. Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edol Hecî ya ji ajansa me re axivî êrişên dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî şermezar kir û bang li hemû kesên xwedî wijan kir ku li hember bi kar anîna çekên qedexekirî xwedî helwest bin.

‘Ji derveyî xwe spartina gerîla tu riyê azadiyê nîne’

Edol Hecî êşaret bi xiyaneta PDK’ê kir ku di encamê wê de him civaka Êzidî û him jî gelê Kurdistanê ru bi ruyê êrîşan tê û wiha axvî: “Weke jinên Êzidî nabe ku em 3’ê Tebaxê tu car ji bîr bikin. Nabe ku em xiyaneta PDK’ê ji bîr bikin. Civaka me li ber destê hovên DAIŞ’ê re hiştin. Dema PDK’ê pişta xwe dan me zarokên me li gel gêrîllayên azadiya li hemberî DAIŞ’ê şer kirin û civaka me parastin. Ji dervayê gerîlayan me tu kesekî li kêleka xwe nedît, nanê devê xwe dan me, dayîkên me li pişta xwe kirin û gihandin çiyayan. Heya dinê em ê her bêjin ku em û Kurdistan yek in. Bi qasî fermanên li ser me hetine kirin li ser tevahî Kurdistanê jî ferman rabûn. Mînaka herî mezin Helebce ye. Teqîna Sîba Şêx Xidir û Til izêr jî fermanekî ye. em tu car van fermanan jibîr nakin û ne jî jinên ku di destê DAİŞ’ê de ji bîr dikin.”

‘Em li pişt gerîlayên azadiyê ne’

Edol Hecî weke jin û civaka Êzidî piştgiriya xwe ji bo şervanên azadiya Kurdistanê anî ziman û got: “Em polîtîkayên Erdoxan û êrişên wî yên kîmyewî şermezar dikin. Bi çekên kîmyawî êrîşê gerîlayan dike, gerîla hêza herî pîroz a cîhanê ye. Ew me rizgar kirin û pişta me girtin, em jî heya dawî li pişt wan in, tu car jî rastiya hatiye jiyankirin em ji bîr nakin. Em jibîr nakin ku gerîlayan xwîna xwe li vê axê rijandine. Dewleta Tirk jî her roj zarokên me li axa me şehîd dixe.”

‘Em dev ji riya azadiyê bernadin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edol Hecî bal kişand ser siyaseta ku PDK’ê û dewleta tirk bi hev re li dijî gelê Kurd dimeşînin û bang li hemû kesên xwedî wijan kir ku li hember bi kar anîna çekên qedexekirî xwedî helwest bin.

Edol Hecî wiha dawî li axaftina xwe anî: “DAIŞ’ê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye perwerdekirin, xwestin me tune bikin. Ev ferman hemû siyaseta Tirkiyê bû. Hikumeta Iraqê jî pişta xwe dan me. Piştre sînorên me û rojava ji hev qut kir. Ev bes nebû, rabûn malbatên DAIŞ’ê ji vir derbasî Musilê kirin. Lê em tu car li hember van siyasetan serî natewînin û dev ji bîr û baweriya xwe bernadin, dev ji fikir û ramana azad bernadin. Tenê riyekî ya jiyanê ji me re heye ew jî berxwedan e. Her kesekî welatparêz jî lazim e xwedî berpirsyar be li hember zarokên me, li hember gerîlayan.”

ÇAVKANÎ NÛJÎNHA

Show More
Back to top button