TAJÊ bernameya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê eşkere kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) wê bi şîara "Li hemberî qirkirina jinan Jin, Jiyan, Azadî!'' ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê çalakiyan bike û bernameya çalakiyan eşkere kir.

Bi hatina 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê re, li seranserê cîhanê çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe eşkere kir. Wê çalakiyên weke meş û semîneran pêk werin.

Daxuyaniya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) wiha ye:

“Wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, me bi dirûşmeya ‘Emê Xwe Ji Fermanan Biparêzin Azadiya Jin Û Civakê Mîsoger Bikin’ kongreya xwe ya duyemîn lidarxist. Ev kongre di rojeke girîng a jinên Êzidî de, di salvegera rizgarkirina Şengalê de ango di 13’yê Mijdarê de hate lidarxistin. Di heman demê de kongreya me rastî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hat ku me fermana li ser jinên Êzidî wekî şîdeta herî mezin nirxand û me girîngiya têkoşîneke hîn rêxistinî ya li dijî vê şîdetê destnîşan kir.

Dîroka 03.08.2014, ji bo jinên Êzidî bûye roja ferman û qirkirinê. DAIŞ’ê ku bi piştgiriya dewletan ve hatiye avakirin êrişê Şengalê kiriye, bi hezaran jin û zarokên me dîl hatine girtin, li sûk û bazaran hatine firotin. Bi sedan jin rastî destdirêjiyê hatine, di komkujiyê re derbas bûne. Di nav agiran de zindî zindî hatine şewitandin û qetilkirin. Zext li gelek jinan hatiye kirin ku dest ji baweriya xwe berdin. Ev hemû kirin, di sedsala 21’emîn de li ber çavê hemû dinyayê hatine jiyan kirin û tu dewletî destwerdana vê rewşê nekiriye. Şideta zilam-dewletê, di şexsê jinên Êzidî de xwestiye hemû jinan rastî qirkirinê bîne û bi tirsê rapêçîne. Ji ber van hemû kirinan, lazim e ji DAIŞ, dewleta tirk û PDK’ê hesabê qirkirina Êzidiyan û qirkirina jinên Êzidî were xwestin û emê vê hesabê bixwazin.

Pergala zilam-dewletê pêkanînên xwe yên şidetê ya li ser jinan roj bi roj berfirehtir dike û berdewam dike. Tu rojekê nîne ku komkujiya jinan, destdirêjî û tecawiz neyê jiyîn. Li gel ku ji qirker û tecawizkaran bi tu awayî hesab nayê xwestin, her wiha rê li ber van kirinên wan têne vekirin. Li hemberî jinên şoreşger ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, pêşengiya gelê xwe dikin, êrîşên zilam-dewletê her roj zêdetir dibin. Sara, Pakîze, Nagîhan, Jiyan, Zeynep, Nazê, Jîna Emînî di lêgerîna azadiyê de bûne pêşengên jinan û her wiha bûne tirsa dilê zilam-dewletê.

Rêber Apo sedsala 21’emîn wekî sedsala azadiya jinê pênase kir, jin jî wekî pêşengê vê sedsalê. Jinên ku li dijî şidetê, destdirêjiyê, qirkirina jinê û komkujiyan e, bi dirûşmeya ”Jin, Jiyan, Azadî” têkoşîna azadiyê bilind dikin û dibin pêşengên têkoşîna azadiya gelan.

Herî zêde em jinên Êzidî rastî komkujî, ferman û qirkirina jinê hatin. Ji ber bawerî û çanda xwe em rastî şidetê hatin. Li hemberî van hemûyan jî me hêviya xwe ya berxwedanê ji dest neda. Bi hêz, zanebûn û feraseta azadiyê ku me jinên şervan ên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin girtiye, emê xwe hîn xurtir birêxistin bikin, parastina xwe ya cewherî pêş bixin û rê li ber fermanên nû bigirin.

Di vê çarçoveyê de, wê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê; bi dirûşmeya, “Li hemberî qirkirina jinan Jin, Jiyan, Azadî” Semîner werin dayîn, sînevîzyon were pêşandan , platformên nîqaşê werin danîn û roja 25’ê Mijdarê meş were lidarxistin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button