Jiyan û serpêhatiya dengbêjiyê çiyayê şengalê Nasir Îlyas

Nasir Îlyas di 1 çileya 1982’an de li Gundê Tilqesebê çavên xwe li cîhanê vedike. Nasir di sala 1989’an de li gundê xwe dest medresê dike di medresê de li nav hevalên xwe pir dihate heskirin. Di sala 1991’an de dest bi gotina stranan dike û di 9 saliya xwe de hûnermed Nasir dibe heskiriyê stran û foklora çiyayê Şingalê. Her wisa dibe yek ji hejêkerê Dengbêj Qewalê Şêxmûs û li ser wî bingehî stranên Qewal dibêje. Di wî tememê xwe yê pir ciwan de bi dengê xwe yê xweş û zelal di nava dost û hevalên xwe de dihate hezkirin.

Hûnermed Nasir Îlyas di sala 1995’an de ji ber rewşa aborî û hejariyê dev ji xwendina xwe berdide an ku 6 salan tenê medresê dixwîne û her tim di nav hevalên xwe de yekemînê refê bû. Nasîr di nav malbatê de kurê malê yê tenê bû. Bavê Nasîr ji ber xêzanî û hejariyê li ser sibaya gundan karê çandiniyê dikir û ji ber vê rewşa malbatê ya hejariyê Nasîr dest ji Medresa xwe berdide. Di nav malbatê de 6 xwişkên Nasîr hebûn, ji ber Nasîir kurê malê yê tekane bû neçar dimîne ku alîkariya bavê xwe bike. Nasir di 16 saliya xwe di sala 1998’an bi Narin Murad re dizewaîce. Ji ber ku Nasir kurê malbatê yê bi tenê bû çavê malbatê her li ser bû, ji bo wê ew di temenê biçûk de dan zewîcandin. Piştî zewaca Nasir bi Narin Murad re 7 keçên wan çêdibin, lê her tim li bendê bûn ku kurekê wan jî çêbibe. ji ber Nasir di malbatê de tenê kurê malê bû çavê xwîşkên wî û keçên Nasir dayîk û hevjîna wî li ser wî bûn. Lê dîsa jî Nasir li kêleka hemaltiyê û karê xwe Nasir dengbêjiya xwe jî dikir.

Nasîr û dayîka xwe bi Bihar bi hev re dengbêjiyê distirin û stranan dibêjin û çiyayê şingalê bi dengê wan ê zelal û zîz olan dide.  Bi vê dengbêjiya xwe dilê bav, dost, heval û çiyayê Şingalê bi stranên xwe şa dikir. Nasir bi gotinan stranan hezkirina xwe ji bo çiyayê Şingalê tine ser ziman û bi rengekî dengbêjiyê vedigot. Ji ber ku hevjina wî Narîn Mirad kurên wê çanabin û çavên malbat û derdor her li zarokek kur bû.

Ji ber vê yekê piştî demekê şûn de, ji ber zextên derdor û malbatê Nasir heçar kirin ku carek din bizewîce. Nasir di 17 Gulana 2013’an de bi jina bi navê Beyaza Delo re dizewîce. Ji bo ku kurê bê xwedî li mirasê Nasîr derbikeve çavên her kesî li benda hatina zarokek kûr bû.

Piştî 2 meh 4 rojan Nasîr û apê xwe Xêro li ser rêka di navbera Gundê Zorava û Girêşebek de qezaya seyarê dikin, di 21 Tirmehê sala 2013’an de ew û Apê xwe diçin ser dilovaniya xwedê û bi rengê Nasîr û Apê xwe Xêro çavên xwe li jiyanê digirin û koça dawî dikin.

Êdî  hizin, şîn û girî dikeve din ava malbat, dost û hejêkerên Nasîr.

Du dostên hunermed Nasîr yên pir nêz hebûn yek ji wan Xidir Îbrahîm, yê din jî hevalê wî yê hûnerî Celo bavê Ferhan bû. Ji berk u pir ji Nasir hezdikrin bi dilovaniya wî pir xemgin bûn. Piştî ku Nasîr emrê xwedê kir xemgînî,  girî û şîn dikeve nav dilê xwişk, keç, malbat û hezkiriyên Nasir. Ji ber ji hêla her kesî  ve dihate hezkirin û çavê her kesê li ser Nasîr bû. Piştî koça dawî ya Nasîr  çavên her 6 xwişkên Nasir, dayîk û keçên Nasir li bavê Nasîr yê kalemêr bû.  Piştî koça dawî ya hûnermendê çiyayê Şingalê Nasir hevjîna wî ya duyemîn Beyaz Delo bûka du mehan û 4 rojan diçe malabata xwe. Bi vê çûyîna Beyazê ya ku hevjîna duyem ya Nasîr bû carek din êşek giran dikeve malbata Nasîr.  Dayîka Nasîr  car din dest bi giriyekî bi şawat dike, ji ber ku kûr û hevalê wî yê hûnerî ji vê cîhanê koç kiribû.  Dayîka Nasir  Behar Îsmaîl piştî koça kûr û hevalê xwe yê hûnerî dest bi stranên xerîbiyê dike û çavên wê nema ji rondik û girî zuha dibin. Ji ber giriyê zêde ronahiya çavên wê kêm dibin.

Piştî wefata Nasir di dema xêra wî de kurekî wî ji hevjîna wî Narîn Mirad çedibe.  Navê kurê xwe jî dike Nasir. Piştî hatina wî zarokî an ku kurê Nasîr Îlyas ku bi navê bavê wî hate rakirin ji nû ve kefxweşiyek û rûkenî dikeve nav dilê xwîşk, keç, malbat, dost û heskiriyên dengbêjî Nasîr.  Jı ber ku dengbêj Nasir Îlyas çû, lê kûrekî wî li pişt bavê xwe bû ev jî bû sedama kêfxweşî, şahî û rûkeniyekê di nava malbat û hezkiriyên wan de.

Çîra fm

Show More
Back to top button