‘Em Şengalî gerîla tenê nahêlin’ 

Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ên li dijî gerîlayên azadiyê nerazîbûna Şengaliyan her diçe zêdetir dibe. Endamên Desteya Eşayîrî û Meclîsa Gel ya Şengalê xwestin dawî li şer bê anîn û gotin; “Gerîla ji bo me ji fermanan rizgar bike, hertişt ji me re kirin, em ê jî heta dawî li wan xwedî derkevin.”

Li Şengalê bertek û nerazîbûna li dijî êrişên bi çekên kimyawî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla her diçe zêdetir dibin. Bo bi dawî anîna êrîşên li ser qadên gerîla û ji bo piştgiriya berxwedaniya gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Şengalê jî çalakî û daxwuyanî berdewam dikin.

Ji Endamên Desteya Eşayîrî ya Şengalê Mîrza Bekir axivî û got; “Em dewleta Tirk şermezar dikin ku wan çekên qedexe, çekên kimyewî berdide ser gerîla. Ev tiştekî der ehlaqî ye. Li ti derê cîhanê nayê qebûl kirin ku çekên kîmyewî werin bikaranîn, bi taybet jî li dijî gerîla. Gerîla hêzek mirovî ye, li kuderê alîkarî û parastina gelan pêwîst bike xwe digihîne wir. Ya me jî dema ferman hate serê me ji bilî gerîla kes nehatin me neparastin. Bo me her tişt kirin da ku em ji fermanê rizgar bibin.”

Bekir wiha pêde çû; “Li gel gerîla mirovahî heye. Ew hatin hawara me, îro em jî divê xwedî lê derbikevin. Rojên tengaviyê em divê wan tinê nehêlin. Bi hemû beşên civakê yên Şengalê, Êzidî bibe, Şia bibe em divê hevgirtî tekoşîn dijî vê zilmê bikin û nehêlin bi çekên kîmyewî êrîşî gerîla bikin.”

‘Gerîla jî ji me ne’

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Mîrad Nemir jî bal kişand ser başî û fedekariya hêzên gerîla bo civakên azadîxwaz û wiha axivî; “Em di serî de bejna xwe li beramberî wan 17 şehîdên ku bi kimyasalê şehîd ketin ditewînin û ji malbatên wan re sersaxî dixwazin. Bi hêviya ku serkeftin her ya wan be, ya me be, ya çiyayê Şengalê be. Yên ku hatin me rizgar bikin bi mere ne, insanê ku hatin çiyayê Şengalê biparêzin, xêrê li me bikin ew jî insanên me ne, hevalên me ne. Bê ferq û cudahî em dua li xêrxazên xwe dikin. em jî van êrîşên bi çekên kimyawî şermezar dikin. Ew jî dema hatin Şengalê me biparêzin ti ferq nexistin nav me de, em jî divê vêna nekin, em Êzidî, Şia, hemû Şengalî divê bo wan tekoşîn bikin.”

‘Em gerîla tinê nahêlin’

Endamê Meclîsa Gel ya Navenda Şengalê Xêro Qasim jî bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ên li dijî gerîla û wek karekî herî hovane yê li dijî mirovahiyê nirxand. Qasim wiha got; “Em jî wek civaka Êzidî bikaranîna çekên kimyewî li dijî gerîla şermezar dikin. em qebûl nakin. Dema gerîla 3’yê Tebaxa 2014’an hate hawara me, em jî îro divê wan tinê nehêlin. Ew jî zarokên me ne. Em dizanin demê pêş jî pêwîst bike yê werin alîkariya miletê me. Em ji miletê xwe re dibêjin, em dest bidin hev û li hevalên gerîla yên hêja xwedî derkevin. Emê jî bo gerîla li Şengalê tekoşîn bikin, çi ji destê me bê bikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button