TAJÊ: Bêrîtan xeta parastina jinê ava kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) diyar kir ku şehîd Bêrîtan li hemberî dagirkerî û îxanetê bûye sembola berxwedanê û got “Me li Şengalê li ser xeta Bêrîtanê parastinê jinê ava kir.”

Tevgera Azadîya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anî.

Di daxuyaniya TAJÊ de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK ya xayîn di sala 1992’an de li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKK’ê erişek berfireh dan destpêkirin. Rixmê bi hezaran leşker û xiyanetkar beşdarî vê erîşe bûn jî nekarîn xwe ji berxwedana gerîlayên azadîya Kurdistan rizgar bikin. Di 25’ê Cotmeha 1992’an de ji aliyê xiyanetkaran ve derdora gerîlayan hate dorpêçkirin û banga ‘teslîmbûnê’ li gerîlayan hate kirin. Li dijî xiyanetê lehengên gelê Kurd xeta berxwedanê hilbijartin. Bi taybetî Ş.Bêrîtan bû remza vê berxwedaniyê ya ku dijmin matmayî bimîne. Xeta berxwedanî ya Ş. Berîtan jê re pêşengtî kir ku dijmin ji operasyonê vekişe. Xeta jina Kurd a serhildêr di têkçûyîna dijmin de roleke girîng leyîst. Ş.Bêrîtan di nava tevgera azadiya Kurdistanê de pêşenga xeta berxwedanê ye û di avakirina bingeha artêşbûna jinê de rol stendiye. Bi vê xeta berxwedanê ya jina Kurd ev 30 sal in têkoşîna azadiyê bênavber tê meşandin. Li ser esasê xeta berxwedanê ya Ş.Bêrîtan, jinan li her çar parçeyên Kurdistanê hêzên xwe yên parastinê ava kirin û van hêzên parastinê di têkbirina DAIŞ’ê de li Rojava û Şengalê roleke girîng leyistin. Ev xeta jina Kurd ya ku Bêrîtan, Zîlan, Semayan bi xwîna xwe ve afirandiye ji bo hemu jinên Rojava û cîhanê bûye ronahî.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema ku DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, cîhan li hemberî van êrîşên hovane bêdeng ma û PDK ku bi 11 hezar pêşmerge ve li Şengalê bû, ji êrîşa heyî re bû hevkar. Dema gerîlayên azadiya Kurdistanê tên Şengalê , gerîlayên jin ji bo jinên Êzidî dibin hêviya nû ya vejînê.  Ya ku ti hêz nikare jina berxwedêr, di xeta Bêrîtan de xwe ava kirî têk bibe. Gerîlayên YJA STAR jinên Êzidî ji bo avakirina hêza xweparastinê teşwîq kirin û hêza parastina jinên Êzidî YJŞ’ê ava kirin. YJŞ bûye hêvî û temînata siberoja jinên Êzidî. Hêza wê heye ku tola jinên Êzidî yên di êrîşa DAIŞ’ê de hatine qetilkirin, dîl girtin û di bazaran de têne firotin hilîne.

Hêzên PDK ya îxanetkar ku 30 sal berê bi dewleta Tirk re hevkarî kirin, îro jî heman xeta xwe ya îxanetê didomînin. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, pêşmergeyên PDK’ê reviyan. Bi heman xeta xwe ya îxanetkar her cure alîkariyê dide dewleta Tirk a ku dixwaze di şexsê gerîlayê azadiya Kurdistan de mirovahiyê biqedîne. Ji dêvila ku helwestê nîşanî dijminê xwe bide, li dijî gelê xwe îxanetê didomîne. Mêtinger û îxanetkar di dîrokê de her tim li hemberî berxwedana azadiyê ya gelan mehkûmî têkçûnê ne.

Rastiya gelên berxwedêr ev yek îspat kirîye, di azadkirina Şengalê de ev şênber bû. Helwesta Ş.Bêrîtan serkeftina xeta berxwedanê ye, di eslê xwe de têkçûna îxanetê ye.

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE) me di şexsê gerîlayên YJA STAR de xeta berxwedanê ya Bêrîtan dît û bûn şahidê berxwedana wan. Me hêza xwe ya parastinê YJŞ li ser bingeha vê xeta berxwedanê ava kir.

Dîsa li ser bingeha xeta berxwedanê ya Ş.Bêrîtan em wek hemû jinên Êzidî yê xwe bi rêxistin bikin û li dijî komên îxanetkar meşaleya azadiyê bilind bikin. Em bang li hemû jinan, di serî de jinên Êzidî dikin ku li ser xeta berxwedanê ya Ş.Bêrîtan têkoşînê bilind bikin. Heman demê em 30’emîn salvegera şehadetê de bi rêzdarî em heval Berîtan bi bîr tînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ŞENGAL

Show More
Back to top button