Dayikên Şengalê: Divê gelê Başûr li dijî dewleta Tirk rabe ser piyan 

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî li ser gerîlayên azadiyê, dayikên Şengalê banga xwedîderketina li gerîla kirin û diyar kirin ku ew wek jinên Şengalê heta dawî wê li kêleka gerîlayên xwe bin û tişta bikeve ser milê wan wê pêk bînin.

Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmiyawî yên dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kar tîne, li seranserî cîhanê dewam dikin. Civaka Êzidî jî ku yek ji wan civakaye bi saya gerîlayan ji qirkirinê rizgar bûne, li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk di nava liv û tevgerê dene.

Bi taybet jinên Êzidî ku xwe li ser fikr û ramanên Rêber Ocalan birêxistin kirine û bûna xwedî îrade, didin diyarkirin ku ew heya dawî li kêleka gerîla ne û çi bikeve ser milê wan ew amadene ji bo gerîla bikin.

‘Gerîla mirovahî parast’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Emşê Şengalî, êrişên li ser gerîla şermezar kir û sersaxî ji malbên Şehîda re xwest û got ; “Em berxwedaniya gerîla silav dikin ku li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin. Niha ew çekên li hemberî Helebce hatine bikaranîn bi heman şêwazî li ser gerîla bikar tînin. Divê ev yek lis eranserî cîhanê neyê qebûlkirin. Ji ber ku yek ji hêzên ku kariye mirovahiyê biparêze gerîla ne. Em wek civaka Êzidî di dema fermanê de, bi saya gerîla ji qikirinê rizgar bûn. Heya dawî em li dijî van  êrişane. Jin, ciwan û zarokên Êzdiyan ji aliyê gerîla ve hatine parastin û bi keda wan gelek jê ji destê Çeteyan rizgar bûn.”

‘Êrişên ser gerîla bi hevkariya PDK’ê ne’

Endama Kordînesyona TAJÊ Neam Bedel destnîşan kir ku ev  êriş bi hevkariya malbata Berzanî tê kirin û got:“Tişta îro tê kirin cîhan hemû dizane, lê çawa li hemberî fermana li ser Êzdiyan bêdeng bûn, li hemberî êrişên li ser gerîla jî bêdengin. Em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd re dixwazin. Gerîla parastina tevahiya Kurdistanê dikin, taybet li Başûr, lê mixabin bi hevkariya PDK’ê çekên qedaxe li hemberî wan têne bikaranîn. Em wek civaka Êzidî piştgiriya xwe ya bi gerîla re tînin ziman û çi bikeve ser milê me em amadane ji bo gerîlayên xwe bikin. Ji ber ku wan canê xwe li ber me de dan û em ji fermanê rizgakirin. Em heta dawî bi gerîla re. Em ê  liber xwe bidin û serî netewînin.”

‘Divê gelê Başûr rabe ser xwe’

Neam diyar kir ku divê gelê Başûrê Kurdistanê li dijî PDK’ê û dewleta Tirk bêdeng nebin û rabin li ser piyan û wiha domand: “Ji ber ku gerîla ne ji bo malbatekê belkû ji bo tevahiya gelê Kurd têkoşîna parastinê dikin. Ji bo gelên Kurdistanê bi aramî bijîn li serê wan çiyayan li ber germahiya havînê û sermaya Zivistanê ne. Ev gerîla keç û xortên Kurdistanê ne, niha bi çekên kîmyawî hedef têne girtin. Divê gelê Kurd xwedî li wan derkeve.”

‘Tiştek bi navê mafê mirovan nemaye’

Neam Bedel di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li cîhanê tiştek bi navê mafê Mirovan nemaye, eger hebûya niha çekên kîmyawî nedihate bikaranîn û wiha pêde çû: “Berê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebû, Sedam li hemberî Helebce ev çek bikar anî, lê niha li Başûrê Kurdistanê hikûmet heye, lê mixabin di bin navê hikûmetê de destekê didin dewleta Tirk.”

‘Bila hikûmeta Başûr nebe hevkarê  êrişan’

Endama Kordînesyona TAJÊ Neam Bedel bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir:“Pêwîste hikûmeta Başûr li kêleka gerîla be, ne destê xwe bike destê dijmin û şerê gerîla bike. Li kêleka gerîla bi hevre şerê dijmin bikin.”

ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button