1 . Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê destpê kir  

Bi hilhatina rojê re li ser çiyayê Çilmêra yê Şengalê 1. Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê bi dûayên olî despê kir. Êzidiyan bi derketina rojê re bi gotinên ji dûaya sibehê peymana xwe ya aştiyê dan. Di serî de ji tevahiya gelan re û paşê jî ji civaka Êzidî re dûa kirin û gotin;“Ya siwarê rojhilatê û rojavayê, tu bidî xatira Dot û dayê, me Xilas bikî ji qedayê, beldayê û ji xelayê.”

Li ser çiyayê Şengalê li ser çanda kevnar a Êzdiyan 1. Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê bi dirûşmeya, “Li hemberî Fermana Çanda xwe biparêze” destpê kir. Ji ber ku Civaka Êzidî ji dîrokê û heta niha di aliyê olî de û him jî di aliyê çandî de yek ji xalên esas dûa kirine, festîvalê bi hilhatina rojê re li ser Çiyayê Çilmêre ku yek ji cihên herî bilinde bi dengê def û Şebêba, dûaya sibehê bi derketina rojê re destpê kir. Ciwan, oldar û dengêbêjên Şengalê di serê sibehê de li ber Quba Çilmêra lihev kom bûn û dest bi dûayên xwe kirin.

Di dûaya sibehê de Êzidî di serî de ji tevahiya gelan û piştre jî ji xwe re hêviya aştî û aramiyê dikin.

Piştî dûaya sibehê dengbêjên Şengalê lihev kombûn û dest bi gotina beytên olî kirin.

Piştî ku stran bidawî bû, berê xwe dana navenda Çand û Hunerê ya Şengalê ya li Serdeştê û li vir ji bo mêhvana xwarina sibehê ku ji xwarinên Şengalê pêk tê hate amadekirin û bi hevre xwarin.

Wê îro di saetên êvarê de li Xanesorê Belgefîlama Hêza bê pêşandan û roja yekemîn a Festîvalê bidawî dibe.

Roja duyemeîn û sêyemîn bi bernameyên dewlemend li Geliyê Kersê dewam bike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button