Şehîd Merwan Bedel hate bibîranîn 

Li Xanesorê ji bo salvegera şahadeta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de soza xwedî derketina bîranîna şehîdan hate dayîn.

Şehîd Merwan Bedel bi îxaneteke mezin û êrişeke bêbext di 7’ê Kanûna 2021’an de li bajaroka Xanesorê ê Şengalê  ku roja yekemîn a Rojiya Êzidiyan bû û wê rojê Merwan bi xwe jî bi rojî hedef hate girtin û şehîd bû.

Li Xanesorê ya Şengalê bi  nêzîkbûna salvegera şahadeta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de giştî sazî û dezgehên Meclîsa Xweser û civaka Êzidî amadebûn.

Merasim bi deqeyeke rêzgirtin û pêxistina muman ji aliyê dayîka va destpê kir. Piştî pêxistina çirayan axaftin hate kirin.

‘Em ê berxwedaniya şehîdan berdewam bikin’

Destpêkê li ser navê Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê Viyan Hebabî axivî û wiha got: “Em wek civaka Êzidî xwedî dîroke kî tijî fermanin. Ji aliya din ve jî xwedî dîroke kî tejî qehraman û berxwedanin. Wek zarokên vî civakî, di oxira çand û baweriya ola xwe de, bi hezeran şehîd me daye. Lê belê ti carê civaka me poşman nebûne ku çima şehîd dane, di vê oxirê de û gav paşde neavêtiye. Em li pey bîranîna şehîdên weke Ş.Mam Zekî, Zerdeşt, Saîd, Merwan û bi sedan şehîdan bin. Pêşengên wekî Ş.Merwan hebin ewê ti care dijmin negihîje hedefa xwe. Em ê berxwedaniya şehîdan berdewam bikin.”

‘Wê civaka me serî netewîne’

Her wiha li ser Rêveberiya Saziya Malbata Şehîdan Dayê Mean Şengalî axivî. Daye Mean di axaftina xwe de destnîşan kir ku ewê ji bo tola şehîdan çi pêwîst bike bikin û dewam kir: “Em wek malbata şehîdan em soz didin şehîdên xwe heta ku em dijîn emê li pey şopa şehîdên xwe bin. Heta yek mirove ke Êzidî hebe emê parastina Êzidiyatî bikin. Civaka me tu carî ji dijmin re serê xwe na tewînin. Heta ku yek zarokên me heye emê tola şehîdên xwe erdê nahêlin.”

‘Em ê dev ji vê dozê bernedîn’

Li ser navê Rêveberiya Meclîsa Xweseriya Şengalê Heso Îbrahîm jî axivî û wiha got: “Îro tenê şehîden me dikarin bejin em xwedî vê civakê ne. Ji ber ku ew bûn di vê oxirê de canê xwe dan. Şehîdên me pêşengên me ne. Ş. Merwan di roja fermana 2014’an ve di nav vî berxwedaniyê de bû, bû pêşeng bû fermandar û hemû derfetên xwe da vê civakê. Em îro jî dibêjin em dev ji doza şehîd Merwan bernadin. Bêguman, di vê têkoşînê de tiştê herî bi zehmet xiyanete. Me gelek hundayî bi deste xayîna dan pêwîste civaka me xiyanetan ji bîr neke. Em bi sedan qehremanên wekî Ş.Merwan bidin lê em dev ji vê dozê bernadin.”

Hunermed Hozan Comert ku li Ewropa hatibû di merasîmê de axivî û wiha got: “Ez we hemûyan li ber nirxên civakê Ş.Merwan silav dikim. Dema mirov dibêje Şengal dîroka mirovahiyê 12 hezar sal tê bîra me. 12 hezar sal berê ev çira ya ku Êzidî pêxistibûn, 12 hezar sal li ser axa Mezapotamya li ser Çiyayê Şengalê pêketiye, ronahî dide civaka Êzidî û Kurd. Ew ronahî heval Merwan wek temsila çirayê ew ronahî dide Rojhilata Navîn, ew ronahî dide tevahî cîhanê. Dijmin dixwaze vî çirayê têk bibe, lê ew ronahî ji bo vî civakê hatiyê dayîn ewê nikaribin têk bibin.”

Piştî axaftinan li ser jiyana Ş.Merwan Bedel sînevizyon hate temaşekirin.

Merasîm bi diruşmayên, “Şehîd Namirin” dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button