Serokeşîrên Şengalê: PKK rêxistinekî herî miroviye  

Serokeşîrên Şengalê di serdana ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidxanê de bal kişandin ser berxwedana gerîla yali çiyayên Kurdistanê û gotin: “PKK rêxistinekî herî mirovî ye û xwe digihîne her civakên zilm û zorê dibîne.” Serokeşîrên Şengalê bo malbatên gerîlayên şehîd bûne re sersaxî xwestin û dildariya xwe bo gerîla dûbare kirin.

Dewleta Tirk ya dagirker li hemberî Herêmên Parastina Medyayê êrişên xwe bi çekên kîmyawî gihandiye asta herî jor. Li gel vê yekê li Şengalê jî êrişên xwe didomîne. Duh li ser rêya taxa Heyil Şuheda ya Şengalê di nav malan de wesayîtek bombebarkirî bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê ve teqandin. Di encama Teqînê de 2 jê endamên Asayîşa Êzidxanê û 2 welatiyên ku nêzî cihê bûyerê bûn birîndar bûn.

Ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidxanê Heyeta Eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê îro serdana Navenda Asayîşa Êzîdxanê kir û piştgiriya xwe ragihand. Li ser navê Heyeta Eşayîrî yek ji serokeşîrên Feqîran Nayif Şemo daxuyaniyek da û bal kişand ser berxwedaniya gerîla li Herêmên Parastina Medyayê ya li dijî çekên kîmyewî û got ku heya îro wan rêxistinekî ji PKK mirovîtir nedîtine.

Naîf Şemo wiha axivî; “Her dibêjin hincet PKK ye. Eger me jî bi PKK ve girê didin nepirsgirêke. Ma hûn bûn sedem ku PKK bê vir. Vêcar hûn dibêjin PKK di nav lîsta reş de ye, divê bê tine kirin. Em berevajî vê yekê difikirin û dizanin ku ji çavkaniya dîrokê heya îro rêxistinekî ji PKK zêdetir mirovî nîne li ser rûyê erdê. Çima PKK? Ji ber ku li kûderê zilm û zor hebe xwe digihîne wir û însanan diparêze, dijî zilmê alîkarî didin. Herî dawî cardin agahî hatin ku çekên kîmyawî li dijî gerîla bikaranîne û nêzî 17 gerîlayên din bi çekên kîmyawî şehîd xistin. Kê hesab bipirse ji vê hovîtiyê. Em ji bo malbatên gerîlayên şehîd sersaxî dixwazin, dibêjin bila cihên yên şehîd ketî biheşt be. Ji birîndaran re jî şîfa dixwazin. Em ji bo hevalên xwe yên asayîşê ku di êrişê de birîndar bûbûn jî şîfa dixwazin.”

‘Bila hedê dewleta Tirk bê dayîn’

Naîf Şemo diyar kir ku  êrişa duh li navenda Şengalê rû dayî ji aliyê xwefiroşan ve hatiye kirin û wiha domand; “Em hatine piştgiriye xwe ya ji bo ciwanên xwe yên xwe kirine cangoriyên axa xwe, civaka xwe nîşan bidin. Yên terka me dane îro yan bi balafirê yan bi êrişekî din ser Şengalê de tên, teqînan dikin. Bila bizanibin ku îrada civaka Êzidî nayê tinekirin. Banga me jî bo hemû civaka me ya li Başûrê Kurdistanê jî, li kampan dijîn jî ewe ku bila ji yên xirabiyê li me dikin, dijminahiyê dikin dûr bisekinin û berê xwe bidin ser axa xwe, ava xwe. Banga me vegerin Şengala xwe.”

Nayîf Şemo bang li raya giştî, sazî û dezgehên mafên mirovan jî kir û got; “Divê hedek daynen ber dewleta Tirk a dagirker û jêre bêjin em ji were qebûl nakin. Divê bêjin em qebûl nakin hûn êriş dikin, zarokên civaka Êzidî şehîd dixin. Civaka me bi xwe xwest ev hêza parastinê ava bibe. Madem hikûmeta Iraqê dibêje erkê me parastina Iraqê ye, çima nakin. Em wan jî şermezar dikin û dibêjin destê we jî di vê êrişa qirêj de heye. Ji ber hûn dixwazin Şengal ji Êzidiyan vala bibe, koçber bibin. Em yên ku vêna armanc dikin û siyasetê dikin şermezar dikin û dibêjin em vêna ti demî qebûl nakin. Heger wesayîtên bombebarkirî tînin Şengalê û dihêlin biteqînin ev yek sûcê artêşa Iraqê ye.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button