Mohra şikestî ya fermanê: Peymana 9’ê Cotmehê – 2
Ji bo Peymana 9’ê Cotmehê pêk were, artêşa Iraqê bi fermana Kazimî di sala 2022’an de li Şengalê êrişê Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ-YJŞ’ê kir û şerekî giran qewimî. PDK ji krîza li Iraqê sûd werdigire û niha jî dixwaze mijara Şengalê bike bazara avakirina hikumeta nû.
Ji bo Peymana 9’ê Cotmehê pêk were hikumeta Kazimî, dewleta tirk û PDK’ê, seranserê sala 2021’an li Şengalê êrişên leşkeri, siyasî, civakî meşandin û polîtîkayên şerê taybet kûr kirin. Lê li hemberî van êrişan civaka êzidî û pêkhateyên Şengalê jî bênavber li ber xwe dan, êriş bê encam hiştin. Ji ber vê, hikumeta Kazimî bi plansaziyeke nû dest bi sala 2022’an kir. Dewleta tirk û bi taybetî PDK’ê zext li Kazimî dikirin ku artêşa Iraqê bikeve Şengalê û şerê Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ’ê bike.
Ji destpêka salê ve hikumeta Kazimî asta êrişên li ser Şengalê gîhande merheleya şer û bi dehezaran leşkerên artêşa Iraqê, wesayîtên zirxî û çekên giran li hemû gund, komelgeh û nahiyeyên Şengalê hatin bicihkirin. Bi fermî nehatibû ragihandin lê artêşa Iraqê li Şengalê ketibû rewşa awarte û wekî biçe şerê dewletekî bike berê xwe dabû civaka Êzidî û Şengalê. Di zivistan û bihara 2022’an de, artêşa Iraqê bi fermana hikumeta Kazimî zexteke mezin li ser Şengalê meşand. Di çarçoveya vê pîlanê de di destpêka meha Adarê de artêşa Iraqê li ser sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê dest bi lêkirina dîwar kir. Armanc ew bû ku Şengal û Rojava ji hev werin qutkirin û Şengal were dorpêçkirin. Dîsa ji bo civaka Êzidî û gelê Ereb ji hev werin qutkirin, sîm kişandin navbera gundên Êzidî û Ereban. Plana hikumeta Kazimî roj bi roj zelal dibû, ewê destpêkê Şengal were dorpêçkirin pey re jî êrîş were destpêkirin.
Artêşa Iraqê Asayîşa Dîgurê dorpêç kir
18’ê Nîsana 2022’an, artêşa Iraqê bi fermana hikumeta Kazimî hêzeke mezin derbasî komelgeha Dîgurê kir û xwest Asayîşa Êzîdxanê dest ji noqteyên xwe berde. Di encama dorpêçkirin û êrişên artêşê de şer û pevçûn derket, ev pevçûn li deverên cûda yên Şengalê belav bû. Mijara Asayîşa Êzîdxanê yek ji xalên esasî ya Peymana 9’ê Cotmehê bû. Ya din jî, rojek beriya van êrişan di 17’ê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker li hemberî qadên gerîla dest bi tevgereke nû ya dagirkirinê kiribû.
Li hemberî polîtîkaya dorpêçkirin û teslîmgirtinê, hêzên parastina Şengalê li ber xwe dan û şer di 18 û 19’ê Nîsanê de berdewam kir. Piştî ku xeteriya şerekî berfireh û demdirêj derkete holê hin alî hewl dan zemîna diyalog û hevdîtinan ava bikin. Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên YBŞ-YJŞ’ê jî rê li ber van hevdîtinan vekirin û ji 20’ê Nîsanê pê ve pêvajoya diyalog û hevdîtinan destpêkir. Di vê çarçoveyê de hem li Bexdayê hem jî li Şengalê çend hevdîtin hatin kirin.
MXDŞ’ê rêya çareseriyê, Kazimî rêya şer digeriyan
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî di 24’ê Nîsanê de tevî hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê peyama xwe ya çareseriyê û her wiha helwesta xwe ya berxwedanê aşkere kir. Meclîsê diyar kir ku ew amade ne bi dewleta federal a Iraqê re pirsgirêkan çareser bikin. Lê di roja ev daxuyanî hate dayîn de artêşa Iraqê hêzeke mezin a leşkerî tevî karwaneke ji tank, obus û çekên giran derbasî Şengalê kir. Ji bo çareseriyek were peydakirin, rêzehevdîtin heya 30’ê Nîsanê bi awayên cûda berdewam kirin lê encamek ku rê li ber çareseriyê vebike derneket. Ji ber ku tiştê di hevdîtinê de li ser Şengalê dihate ferzkirin di esas de Peymana 9’ê Cotmehê bû. Di vê pêvajoyê de PDK û dewleta Tirk jî di nav tevgerê de bûn û zext li artêşa Iraqê dikirin ku li Şengalê li hemberî Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ’ê dest bi şerekî mezin bike. PDK’ê bi awayek vekirî bang li hikumetê dikir ku kiribû ku li dijî Şengalê hêza çekdarî bikarbîne.
Şerê Sinûnê û Dîgurê destpêkir
Di hemû hevdîtinan de, Peymana 9’ê Cotmehê li Rêveberiya Xweser a Şengalê hate ferzkirin, li hemberî vê ferzkirinê jî Şengal helwesta xwe ya berxwedanê nîşan da. Bi navê ‘hêz û çekdarên neyasayî’ xwestin hêzên parastina Şengalê bi rê û rêbazên cûda tune bikin. Ji bo vê polîtîkayê bixin meriyetê û îradeya Şengalê bişkînin herî dawî êvara 30’ê Nîsana 2022’an artêşa hikumeta Kazimî dest bi tevgereke nû kir û ev rewş di 1’ê Gulanê de li nahiya Sinûnê û Dîgurê veguherî şerekî giran. Artêşa Iraqê wekî bi dewleteke dijmin re bikeve şer, bi tank, çekên giran û helîkopteran êrîşeke giran pêşxist. Piştî berxwedaneke mezin a hêzên parastinê yên Şengalê, artêşa Iraqê neçar ma û ji qada şer vekişiya. Ku ev êrîş jî biserneket PDK’ê lez da polîtîkayên şerê taybet.
Êrişa Meclîsa Gel a Sinûnê û provokasyona PDK’ê
Piştî şerê Dîgurê, MÎT’a tirk û PDK’ê li ser planeke nû ya êrişê amadekarî kirin û di 15’ê Hezîranê de Meclîsa Gel a Sinûnê û dikanek pê ve bombebaran kirin. Di vê êrişê de zarokek jî di nav de 2 kes şehîd ketin gelek kes jî birîndar bûn. Ev êriş planeke hevpar a MÎT’ê û PDK’ê bû, beriya vê êrişê li Hewlêrê Dezgeha Parastin a PDK’ê û MÎT’a tirk kom dibin û rewşa dawî ya li Şengalê dinirxînin. Êrişa Sinûnê bi hemû ziraviyên xwe ve di vê civînê de têne plankirin. Ne tenê plansaziya êrişê, provokasyonên piştî êrişê jî dibe rojev û hin kes ji bo derxistina aloziyan têne erkdarkirin. Li gor vê pîlanê wê dewleta tirk meclîsê û kesên sivîl bombebaran bike û komên girêdayî PDK’ê jî wê dest bi provokasyonan bikin. Lê ev provokasyon jî bi xwînsariya Rêveberiya Xweser hate pûçkirin.
Şerê taybet û êrişên li ser civakê
Heya niha hemû êrişên li ser Şengalê bi berxwedana gel pûç bûn. Ji ber vê rastiyê, bi polîtîkayên şerê taybet berê xwe zêdetir dan civaka Êzidî. Ji bo di nav civaka Êzidî de koçberî, tevlihevî, parçebûn û pevçûn çêbin şerê taybet kûr dikin. Di demên dawî de MÎT û PDK bi hev re bi rêya telefonan li endam û rêvebirên saziyên Rêveberiya Xweser digerin, sîxurtiyê li wan ferz dikin û gefa mirinê dixwin.
Di rastiyê de Peymana 9’ê Cotmehê li ber berxwedana Şengalê pûç û bêwate bûye, lê bi taybet PDK ji bo ev plan pêk were Iraqê û dewleta Tirk her carê sor dike û dixwaze vê peymanê di rojevê de bihêle.
Dewleta tirk ji 2017’an ve ye bi balefirên şer û yên keşfê bênavber êrişê Şengalê dike. Lê bi taybet di demên dawî de di tevgera hewayî ya dewleta tirk de guherîneke cidî heye. Êdî balefirên keşfê 24 saet li ser Şengalê difirin. Bi tevgera hewayî ya dewleta tirk re hemwext, PDK jî hewl dide pêleke nû ya koçberiyê pêş bixe, bi organîzasyonên taybet ciwanên Êzidî dişîne Ewropayê. Ciwanên Êzidî ji Şengalê derbasî Hewlêrê dikin, ji wir wan dişînin Tirkiyê û pey re jî Yewnanistanê.
Li hemberî êrişan berxwedana çandî ya civaka Êzidî
Li gel dewleta tirk û PDK’ê, hikumeta Kazimî jî bi dorpêçkirin û ambargoyê dixwaze Şengalê teslîm bigire. Ev sê heyv in ku hikumeta Kazimî bi destê saziya istixbaratê zext li bazirganan dike ku benzîn, mazot û gaz nefiroşin saziyên Şengalê. Ev ambargoyeke vekirî ye û armanc teslîmgirtina Şengalê ye. esas de polîtîkayên dewleta tirk, hikumeta Kazimî û PDK’ê hevûdû temam dikin. Dixwazin li Şengalê qeyraneke aramî, ewlehî û jiyanî ava bikin, bi vî awayî reya koçberiyê ji Êzidiyan re vekin û reya vegerê jî bigirin. Ev Fermana Spî ye û ji fermana 2014’an girantir e. Lê civaka Êzidî li hemberî Fermana Spî bi çand, bîr û baweriya xwe li ber xwe dide. Mînak û îsbata vê, civaka Êzidî îsal Cemayiyên xwe ji her salê qerebalixtir û bicoştir pîroz kirin.
PDK, mijara Şengalê dike şertê avakirina hikumetê
Eger îro li Iraqê krîza siyasî, civakî û aborî evçend kûr bûye, yek ji sedeman jî Peymana 9’ê Cotmehê û siyaseta hikumeta Kazimî ye. Dewleta tirk a dagirker piştî vê peymanê zêdetir mecal û zemîn dît ku bikeve nav axa Iraqê û destwerdana siyaseta Iraqê bike. PDK’ê jî heman siyaset meşand û hê jî dimeşîne. Nihal i Iraqê hewldanên avakirina hikumeta nû di rojevê de ye. PDK ji bo piştgirî bide vê proseya siyasî çend tiştan daxwaz dike û siyaseta şantajê dimeşîne. Li gor agahiyan, PDK j hêzên siyasî yên Iraqê daxwaz kiriye ku Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê pêk were. Ango, yek ji şertên esasî yên PDK’ê ew e ku Rêveberiya Xweser a Şengalê were tasfiyekirin û ew bibe serwerê Şengalê. Ev merheleyeke nû ya Peymana 9’ê Cotmehê ye. Xuya ye di rojên pêş de jî wê hem êrîşên li ser Şengalê berdewam bikin hem jî berxwedana gelên Şengalê.
ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS