Asayîşa Êzdîxanê: Berxwedan Jiyane, emê heya dawî liberxwe bidin 

Asayîşa Êzdîxanê têkildarî duwemîn salvegera peymana 9’ê Cotmehê daxuyanek da û da diyakirin ku têkoşîna me a li hemberî peymana ku îradeya civaka me esas negirt dewam dike û wiha hat ragihandin: “Emê rê nedin kesekê ku destdirêjî li Şengalê bike. Kesên ku li Şengalê li berxwedayîn û têkoşiyayîn ewin xwediyê Şengalê.”

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de peymanek li ser Şengalê ji aliyê PDK’ê, dewleta Tirk û Iraqê ve hate îmzekirin. Di vê peyîmanê de bi temamî destkeftiyên Êzdiyan ji holê dihatin rakirin. Yek ji hedefên peymanê ew bû ku Asayîşa Êzdîxanê ku ji zarokên Êzdiyan pêk tê belavbikin. Li ser vî esasî gelek êrîş û gef li Asayîşê hatin kirin û di nava dû salande  gelek caran li cihên cuda cuda yên Şengalê di encama êrîşên artêşa Iraqê de şer derket. Lê Asayîşa Êzdîxanê her li berxwe da û çok ji wan re dananî.

Têkildarî vê berxwdaniyê di duwemîn salvegera îmzekirina peymana 9’ê Cotmehê de Asayîşa Êzdîxanê daxuyanî da. Di daxuyanyê de hate diyakirin ku di roja komlpoya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan de li ser civaka me peymanek qirêj hate îmzekirin û xwestin bi vê peymanê gelê me  dest ji destkefityên xwe û fikrê Rêber APO ê jiyana azad berde. Lê gel heya niha jî  bê navber li ber xwe dide.

Daxuyaniya Asayîşa Êzdîxanê ku li geliyê Kersê ê Çiyayê Şengalê ji aliyê Endamê Rêveberiya Asayîşê Ziyad Şengalî ve hate dayîn û wiha dewam kir: “Di 9’ê Cotmehê de li ser gelê me û îradeya siyasî, civakî û leşkerî peymanek ji aliyê Iraqê, dewleta Tirk û PDK’ê ve hate îmzekirin. Di vê peymanê de yek kes jî ji Şengalê amade nebû û nêrîna civaka Êzidî têde nehate esas girtin. Esas di vê peymanê de xwestin carek din gelê me bi qirkirinê rû bi ru bikin, lê me ev yek qebûlnekir. Em wek Asayîşa Êzdîxanê li dijî vê peymanê derketin û bi gelê xwe re ketina nava têkoşînê. Bi vê têkoşînê emê rê nedin tu peyman ku ne di berjewendiya civakê debe, li ser gelê me bê pêkanîn.”

“Pêwîste Xweseriya Şengalê bê naskirin”

Di dewama daxuyaniya Asayîşa Êzdîxanê de hate  gotin: “Dem hatiy xweseriya  Şengalê bê naskirin û êdî Şengalî xwe bi xwe birêve bibin. Niha Şengal ne wek berêye, rêxistina xwe çêkirine û li ser fikrê Rêber APO bûne xwedî sîstem. Ji niha û şûnde gelê me wê xwe bi xwe biryara xwe bide. Gelê me wê biryarên xwe ne ji Hewlêr û ne jî ji Bexdayê bigire.”

“Gelê Şengalê, xwediyê Şengalê ye”

Asayîşa Êzdîxanê di daxuyaniya xwede  da diyakirin ku ew  amadene ku kî dibe bila bibe eger destê xwe dirêjî ser Şengalê û gel bike wê bersiva wan bidin û wiha domand: “Emê rênedin tu kes destê xwe dirêjî Şengalê bike û xwe bike xwediyê Şengalê. Tu kes nikare behsa Şengalê bike, mirovên me yên liber xwedane û ji fermanê rizgarbûne, ewin xwediyê Şengalê.”

“Berxwedan Jiyane”

Di dawiyê de ji Rêveberên Asayîşa Êzdîxanê Ziyad Şengalî got: “Ne tenê li Şengalê li tevahiya cîhanê gelên bindest ji bo xwe ji hêzên dagirker biparêzin, liber xwe didin. Em jî wek gelê Şengalê û civaka Êzidî heya dawî, emê liber xwe bidin ji ber ku ji bo me Berxwedan Jiyane.”

ROJNEWS/ŞENGAL

Show More
Back to top button