Gelê Şengalê komplo û peymana 9’ê Cotmehê şermezar kir  

Li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê gelê Şengalê meşiyan û diyarkirin, bi peymana 9’ê Cotmehê xwestin paradîgmaya Rêber Apo a li Şengalê ji holê rakin. Her wiha hat gotin, gelê Şengalê vê peymana li ser Şengalê tu carî qebûl nekiriye û wê qebûl jî neke.

Di saetên piştî nîvro de li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, ciwanên Êzidî li Çerxeriya Mam Zekî ya li Sinûnê lihev kombûn û dest bi meşê kirin. Meş bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê hat lidarxistin. Meşa ciwanan 10 kîlometre domkir. Li Seytereya Şehîd Genco ya Asayîşa Êzîdxanê tevlî nav meşa giştî ya ku bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatibû rêxistinkirin bûn. Ji vê derê û şûnde bi awayek girseyî gel ber bi Baxçeyê Serok Apo yê li Geliyê Kersê ve meşiyan.

Di meşê de ciwanan posterên Rêber Ocalan û pankartên li ser, “Komploya li hember Reber Apo, komploya li hember gelên bindeste. Em wekî ciwanên Êzîdxanê vê komployê rûreş dikin û soza tolhilgirtinê didin” hatî nivîsandin hate hildan.

Piştre girse gihişt ber konê çalakiya ku ji aliyê ciwanên Şengalê ve li dijî komplo û peymana 9’ê Cotmehê hatiye vedan û li vêderê daxuyanî dan.

Di despêkê de ji endamê Rêveberiya Yeketiya Ciwanên Êzidxanê  Salim Zerdeşt û li ser navê Desteya Serok Eşîrên Şengalê Nayif Şemo axivîn û komploya 9’ê Cotmehê û hevpeymana li ser Şengalê şermezarkirin. Her wiha dan diyakirin ku  ji dema  dewleta Osmaniya hatî damezirandin heya nehe li ser civaka Êzidî fermanên qirkirinê pêk tîne û hat gotin ku ew wek civaka Êzidî  heya dawî wê li dijî van pilanan li ser lingan bin. Her wiha diyarkirin ew ê  ji bo azadiya Rêber Ocalan di nava  çalakiyan debin.

Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek ji aliyê Mamosta Merwan Xidir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komploya navneteweyî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir û Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan di encama vê komployê de ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an dîl hat girtin 24 salan temam dike, ev komplo heya niha dewam dike. Her çiqas armanca vê komployê hedefgirtina fikrê jiyana azad be jî, lê bi têkoşîna gelan a li ser bingehê fikrê azad ev komplo vala hat derxistin.

Şaxên vê komployê ku dixwazin biratiya gelan û komên olî qirbikin gehiştiye civaka me ya Êzidî û di roja komployê de, li ser gelê me û îradeya civaka Êzidî peymanek hate îmazkirin.”

Di daxuyanyê de bal hate kişandin liser Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê û hate gotin: “Di vê peymana di navbera Iraq, PDK’ê û dewleta Tirk de hatî îmzakirin de, bi temamî destkeftiyên Êzdiyan û Rêveberiya xweser a Şengalê tesftiya dibû. Gelê me ê ku xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo rêxstin kiriye û pergala netewa Demokratîk ji xwere çareserî dibînin û esas digirin, bûna hedefa  hêzên  metînger.

Çawa  di sala 1998’an de  gelên Azadî  xwaz û taybetî gelê Kurd ji bo vala derxsitina komploya liser serokatî her liser piyane û nehiştin komploger bigejin armanca xwe, em  jî wek civaka Êzidî  çi biriyar û  hevpeyman li dijî me bê kirin, îradeya me neyê naskirin û malbatên Şehîdên ku  ji bo rizgarkirina axa pîroz canê xwe kirine feda, ne di nava vê lihevkirina debin, emê qebûl nekin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang hat kirin; “Em bang li raya giştî dikin, bi taybet Iraqê, bila xwe nekin şirîkê PDK’ê û dewleta Tirk û pilanên wan ên li ser Şengalê. Niha Iraq ambargo xistiye ser Şengalê, dixwaze gelê me di aliyê Aborî de tengav bike, di aliyê din de PDK’ê deriyê koçberiyê ji gelê me re vekiriye û bi şerê taybet berê wan dide derveyî welat. Balefirên dewleta Tirk a dagirker jî bê navber li ser asîmanê Şengalê digerin û dema derfet bibîne êrîş dike. Ev pilaneke hevbeş a ji bo valakirina Şengalê ye.  Gelê meyê bi rûmet  û berxwedêr,  bersiva van êrîşan û vala derxistina hemû komployan bi tekoşîn û  îradeyê ve girêdayiye. Eger ne bi erêkirina me be wê tu kes nikaribe li ser me bazariyê bike. Bersiva van êrîşan jî encex bi vegera gel a ji bo ser axa Şengalê pêk were.”

Meşa gel bi dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” bidawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button