Li dijî komplo û peymana 9’ê Cotmehê ciwanên Êzidî dimeşin  

Li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê bi sedan ciwanên Êzidî dest bi meşa dirêj kirin. Ciwanên Êzidî ji Çerxeriya Mam Zekî ya Sinûnê lihev kom bûn û ber bi Baxçeyê Serok Apo yê Geliyê Kersê ve dimeşin.

Li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, ciwanên Êzidî dest bi meşa dirêj kirin. Meş bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê pêk tê.

Di despêkê de ciwan li Çerxeriya Mam Zekî ya li Sinûnê lihev kombûn û dest bi meşê kirin.

Di meşê de ciwanan posterên Rêber Ocalan û pankartên li ser, “Komploya li hember Reber Apo, komploya li hember gelên bindeste. Em wekî ciwanên Êzîdxanê vê komploye rûreş dikin û soza tolhilgirtinê didin” hatî nivîsandin hate hildan.

Her wiha bê navber dirûşmeyên, “Bêserok Jiyan nabe”, “Bi can  bi xwîn em terene ey serok” û  “Bimire xiyanet” tên berz kirin.

Meşa ciwanan wê heta Baxçeyê Serok Apo ya li Geliyê Kersê ku konê ji bo şermezarkirina komplo û peymana 9’ê Cotmehê lê hatiya vedan wê dewam bike.

Ciwan beriya bigehin Baxçeyê Serok Apo wê li Seytereya Şehîd Genco ya Asayîşa Êzîdxanê tevlî nav meşa giştî ya ku bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatiye rêxistinkirin bibin.

Piştî ku meş gihîşte Baxçeyê Serok Apo wê li wir daxuyanî were dayîn.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button