Mohra şikestî ya fermanê: Peymana 9’ê Cotmehê – 1

Peymana 9’ê Cotmehê, di 2020’an de wekî pîlana temamkirina fermanê kete meriyetê. Şehadeta Seîd Hesen û Dijwar Feqîr, lêdana Nexweşxaneya Sikêniyê û Meclîsa Gel a Xanesorê pratîka vê peymanê bûn. Ev êrîş jî têrî nekirin û Hikumeta Kazimî wekî şirîkê êrişên qirkirinê, berê bi dehezaran leşkerên artêşa Iraqê dabû Şengalê.

Di dîroka Êzidiyan de, yek ji fermanên herî giran fermana 2014’an e ku bi destê DAIŞ’ê hate kirin. Dijminên Êzdayetiyê dixwestin bi vê fermanê derba dawî li ser hebûna civaka Êzidî bixin, li gor hesabên wan ev fermana dawî bû ku Êzidiyan ji kokê ve tune bikin. Lê ev fermana ku PDK, dewleta tirk û hêzên kevneperest jê re şirîk bûn, di encama berxwedana gerîlayên azadiyê û civaka Êzidî de biser neket. Çiyayê Şengalê wekî kelehek li ber wan bilind bû û stargeha pîroz a Êzidiyan careke din wekî dayikek, zarokên xwe parast.

Piştî fermanê jî dewleta Tirk û PDK’ê dest ji Şengalê û dijminatiya Êzdayetiyê bernedan. Li şûna çeteyên DAIŞ’ê, vê carê xwediyê van çeteyan dest bi êrişan kirin. Dewleta Tirk a dagirker di sala 2017’an de li hemberî pêşengên civaka Êzidî dest bi êrişên hewayî kir, PDK’ê jî hevkariya wan êrişan kir. Ji 2017’an heya 2020’an Mam Zekî û Ş.Zerdeşt jî di nav de, gelek pêşengên civaka Êzidî şehîd ketin. Armanca van êrişan, şikestina vîna civaka Êzidî û belavkirina pergala rêveberiya xweser bû. Lê civaka Êzidî li dora rêveberiya xweser û hêzên wê yên parastinê kom bû û rê neda vê siyaseta qirkirinê. Di nav vê demê de sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser her ku çû şax vedan, zemîna jiyaneke azad ji bo civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê ava kir.

3 xalên peymanê; Rêveberî, Ewlehî û Avedan

Ji ber vê rastiyê, dewleta Tirk û PDK’ê amadekariya plansaziyeke nû ya êrişan kirin û bi hevkariya hikumeta Kazimî, di 9’ê Cotmeha 2020’an de peymanek mohr kirin. Peymana 9’ê Cotmehê; li ser xalên ‘Rêveberî’, ‘Ewlehî’ û ‘Ji nû ve avakirina Şengalê’ hatibû amadekirin. Bi xala rêveberiyê armanc ew bû ku qeymeqamek ji PDK’ê li Şengalê were erkdarkirin, serweriya sazî û dezgehên dewleta Iraqê ji nû ve were sazkirin, pergala siyasî û civakî ya rêveberiya xweser were hilweşandin. Ango li şûna rêveberiya xweser, serweriya PDK’ê û dewleta Iraqê li Şengalê were sazkirin.

Bi xala ewlehiyê hedef ew bû ku polîsên federal a Iraqê, saziyên istixbaratê û artêşa Iraqê vegere Şengalê, Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ’ê jî werin belavkirin. Armanc, di bin navê ‘hêzên ne yasayî’ de hêzên parastina cewherî yên Şengalê werin belavkirin, Êzidî bê parastin were hiştin. Xala dawî ya peymanê jî derbarê ji nû ve avakirina Şengalê bû. Li gor vê xalê, wê hikumeta Kazimî û PDK komîsyoneke hevpar ava bikirana û dest bi avakirina Şengalê bikirana. Ev xal her çiqas wekî xizmeta ji bo civaka Êzidî xuya bike jî, di esasê xwe de armanc guherîna demografyaya Şengalê, parçekirina nifûsa civaka Êzidî û serweriya aborî ya li ser civakê bû.

Fermana yasayî û berxwedana 138 rojan

Civaka Êzidî vê peymanê wekî ‘Fermana yasayî’ binavkir û ji roja destpêkê ve ev peyman red kir. Êdî têkoşîna civaka Êzidî ya parastina hebûnê gihîştibû qonaxeke nû. Civaka Êzidî li hemberî vê peymanê yekser biryara berxwedanê da û şeva sersala 2021’an, bi çalakiya konê berxwedanê pêşwazî kir. Ango Şengal bi berxwedanê dest bi sala nû kir û ev berxwedan seranserê salê berdewam kir. Civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê heya 18’ê Nîsana 2021’an, 138 rojan bi dirûşmeya ‘Asayîş Rûmeta me ye’ li dora hêzên xwe yên parastinê bûn mertal û bersiveke xurt dan êrişan. Desteya Rêvebir a Şengalê di vê pêvajoyê de gelek civînên awarte lidarxistin, her carê plansaziya xwe ya berxwedanê nû kir û paş ve gav neavêt.

Hikumeta Kazimî dem da, MXDŞ jî biryara berxwedanê

Di vê pêvajoyê de, di navbera Rêveberiya Xweser a Şengalê û rayedarên Iraqê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek hevdîtin hatin kirin. Rêveberiya Xweser, her carê helwesta xwe ya ji bo yekîtîya Iraqê diyar kir û daxwaza pergaleke demokratîk ji Iraqê kir. Lê hikumeta Kazimî ku hevkariya dewleta tirk û PDK’ê dikir, li şûna projeyên çareseriyê siyaseta gefxwarinê dimeşand. Bi ‘çoyê dewleta tirk’ gef dixwar û teslîmbûnê ferz dikir. Di van hevdîtinan de rayedarên Iraqê dem dan Rêveberiya Xweser ku heya 1’ê Nîsana 2021’an Asayîşa Êzîdxanê belav bike û Peymana 9’ê Cotmehê nas bike. Eger na, gefa êrîşa Şengalê li Rêveberiya Xweser kirin.

Piştî vê gefê, Di 25’ê Adarê de Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê û nûnerên saziyên civaka sivîl, civiya û helwesta xwe ya derbarê ferzkirinên hikûmeta Iraqê de eşkere kir. Li beramberî gef û ferzkirinên hikumeta Iraqê, MXDŞ’ê biryara berxwedanê da. Di 1’ê Nîsanê de piştî Iraqê muhlet da Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê ku teslîm bibin, Şengalî berê xwe dan Çiyayê Şengalê û dest bi nobetê kirin.

Kongreya MXDŞ’ê û banga naskirina xweseriyê

Ji ber biryara berxwedanê û helwesta gel, hikumeta Kazimî nekarî plana xwe pêk bîne lê her ku fersend dît, gef û zextên li ser Şengalê berdewam kir. Hedef û armanca van êrîşan tunekirina pergala rêveberiya xweser û fikre netewa demokratîk a Rêber Abdullah bû, ji ber vê rastiyê Rêveberiya Xweser a Şengalê jî lez da hewldanên xurtkirina sîstema xwe. Li ser vê esasê di 25’ê Tîrmeha 2021’an de Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, kongreya xwe ya 4’emîn bi beşdariya hemû pêkhateyên Şengalê lidarxist. Cara yekemîn, pêkhateyên Ereb, Şîa, Mesîhî jî tevlî kongreyê bûn û di meclîsa nû de cih girtin. Di kongreyê de bang li Iraq û hêzên navneteweyî hat kirin ku xweseriya Şengalê nas bikin.

Bersiva kongreyê: Şehadeta Seîd Hesen

Piştî vê kongreyê, dewleta tirk a dagirker û PDK’ê ji bo îrade û biryarbûna vê kongreyê bişkînin asta êrîşên xwe bilind kirin. Dewleta tirk a dagirker, di salvegera fermanê de, di 16 û 17’yê Tebaxa 2021’an de 5 caran bi balefirên şer êrişî Şengalê kir. Di êrişa destpêkê de yek ji pêşêngen civaka Êzidî û fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û birazîyê wî Îsa Xwedêda şehîd bûn. Di êrişa 17’ê Tebaxê de jî balefirên dewleta Tirk sê caran li ser hev Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê bombebaran kirin. Di vê êrişê de 8 kes şehîd bûn û çar kes jî birîndar bûn.

Hêzên PDK’ê hewl dan bikevin Şengalê

Di vê pêvajoyê de, li Iraqê krîz û nakokiyên desthilatdariyê jî kûr dibûn. Iraqê ji bo derbaskirina krîza siyasî biryara hilbijartina pêşwext a 10’ê Cotmeha 2021’an da. PDK, ji bo zextên xwe yên li ser Şengalê zêde bike, ev hilbijartin wekî derfeteke baş nirxand. Ji milekî ve bi dehezaran Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê xist bin zexteke giran, ji milekî ve jî dest bi pîlanên tevliheviya Şengalê kir. Di 2’ê Cotmehê de hêzên PDK’ê di bin navê xebatên hilbijartinê de xwestin bikevin Şengalê. Gelê Şengalê li hember vê hewldanê rabû ser piyan û rê neda PDK derbasî Şengalê bibe.

Şehadeta Dijwar Feqîr, lêdana Meclîsa Gel a Xanesorê

7’ê Kanûnê, di roja yekem a Rojiyên Êzî de li Xanesorê li dijî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ( Dijwar Feqîr ) êrîşeke hewayî pêk hat. Di êrîşê de Merwan Bedel şehîd ket, du zarokên wî yên di wesayîtê de jî di kêliya dawî de hatin rizgarkirin. 4 roj pey vê êrîşê, di 11 ’ê Kanûnê de jî dewleta Tirk a dagirker bi balefirên şer êrîşî Meclîsa Gel a Xanesorê kir. Di êrîşê de avahiya meclîsê bi piranî hilweşiya. Li hemberî bêdengiya Iraqê ya li beramberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, Rêveberiya Xweser a Şengalê di 13’ê Kanûnê de biryar da ku hemû sazî û dezgehên hikumî û saziyên civaka sivîl ên li Şengalê kar bidin sekinandin. Li ser hişyariya Rêveberiya Xweser wê rojê li Şengalê hemû sazî û dezgeh kar dan rawestandin.

Hemû êrîşên giran ên sala 2021’an, di çarçoveya Peymana 9’ê Cotmehê de pêk hatin. Asta êrîşan jî, asta berxwedana gelê Şengalê jî di vê salê de gihîşte qonaxeke nû. Hikumeta Kazimî êdî bi her awayî ketibû bin kontrola dewleta tirk û PDK’ê. Hemû êrîşên li ser Şengalê bi pîlaneke hevpar û bi awayek hemwext dihat meşandin. Hikumeta Kazimî bi her awayî bibû şîrikê êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê.

Artêşa Iraqê li Şengalê kete pozisyona şer

Hikumeta Kazimî bi destpêka sala 2022’an re, asta êrîşên li ser Şengalê gîhande merheleya şer. Ji destpêka salê ve bi dehezaran leşkerên artêşa Iraqê, wesayîtên zirxî û çekên giran li hemû gund, komelgeh û nahiyeyên Şengalê hatin bicihkirin. Bi fermî nehatibû ragihandin lê artêşa Iraqê li Şengalê ketibû rewşa awarte û wekî biçe şerê dewletekî bike berê xwe dabû civaka Êzidî û Şengalê. Di zivistan û bihara 2022’an de, artêşa Iraqê bi fermana hikumeta Kazimî zexteke mezin li ser Şengalê meşand.

ÊZDÎN ŞENGALÎ- ROJNEWS

Show More
Back to top button