Piştî 8 salan Cimaya Melek Şêx Hesen hate pîrozkirin  

Îsal Cejna Cimaya Melek Şêx Hesen jî pêk hat. Piştî 8 salan ji Cejna Cima re eleqeyek gelekî mezin hebû. Di Cejna Cima de merasimên olî pêk hatin, periya qubê hatin guhartin û dua hatin kirin.

Wek her sal îsal jî ji meha Tebaxê ve li Şengalê cejnên Cimayê tên pîroz kirin. Ev cejn li gel qub û mizargehên Êzdiyan pêk tên. Wek her sal îsal jî bi hezaran kes tevlî cejnên Cimayê dibin. Lê belê li gora par û pêrar îsal guhartinek di hejmarê qubeyên ku lê cimayî cara yekem piştî fermana sala 2014’yan tê pîroz kirin zêde bûye.
Pîştî li quba Mehme Reşem, Sêşims li qubeya Melek Şêx Hesen jî îsal cara yekem coş û şahiya Cimayê hebû. Ev qub li nêzî navenda Şengalê li gundê Gabara ye. Qûba Melek Şêx Hesen sala 1891’an hatiye ava kirin. Ev qûb jî cihekî girîng ya bawerî, merasîmên olî û kombûna civakê bi xwere dianî. Lê belê ev qub jî para xwe ji hovîtiya çeteyên DAIŞ ku Tebaxa sala 2014’yan de êrişî Şengalê kir girt.
Wek gelek qubeyên li Şengalê ev qube jî hate wêrankirin. Çeteyên DAIŞ’ê Quba Melek Şêx Hesen 27’ê Kanûna sala 2015’an wêran kir û ji wî demî ve civaka Êzidî nedikarî biçe ser gorên miriyên xwe û cihên pîroz.
Di 7’ê Cotmeha 2021’an de çêkirina qubeyê bi dawî bû. Îsal cardin Cimaye pêk hat. Bi hezaran jin zilam, zarok û ciwanan berê xwe dan ber qubeyê. Duh periya wê hate guhartin û merasimên olî hatin pêk anîn. Kêfxweşî û kelecana di dilê jin û ciwanên beşdarî cimayê bûbûn gelekî zêde bû.
Cimaya Melek Şêx Hesen jî bi govend gerandinê bi dawî bû.

Rojnews-şengal

Show More
Back to top button