Ji bo zarokên Êzîdxanê perwerdeya hunerî

Perwerdeya ku Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî ji bo bipêşxistina çand û huner her wiha ji bo perwerdekirina zarokên Êzîdxanê ya li ser çanda xwe ya resen, dabû destpêkirin, pêr bi dawî bû. 15 şagirt beşdar bûbûn û perwerdeyê du mehan dewam kir.

Endama Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî Radiya Hesen, der barê vê xebatê de got, “Bi giştî li Şengalê perwerdeyên muzîkê gelekî kêm in, lewma me weke Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî pêwîstî bi vê gavê dît. Me qederê 15 zarok hînî lêxistina defê û gotina stranan kirin. Me Tîrmehê dest pê kiribû, lê ji ber ku demsala nû ya dibistanê dest pê kir, me nexwest bandorê li wan bike. Ji lewre me perwerde bi dawî kir. Kesên ku tevlî perwerdeyê bûn, pirr kêfxweş bûn.”

Radiya Hesen der barê projeyên xwe yên nû de jî got, “Îro me ev perwerde bi dawî kir, lê em ê van xebatan dewam bikin. Her wiha em ê ne tenê zarokan fêrî muzîkê bikin, projeyên me ji bo kesên temen mezin jî dê hebin.”

Dinya Bapîr yek wan kesan e ku tevlî perwerdeyê bûye. Wê jî hesten xwe wiha parve kirin; “Ev 2 meh in em hatine. Em fêrî gelek tiştan bûn. Em fêrî stranan bûn, her wiha em fêrî lêxistina defê, gerandina govendê û lêxistina tembûrê jî bûn. Em ji Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî gelekî razî ne ku derfetên wiha ji me re ava dikin. Em bi van derfetan bi pêş dikevin, ez hevîdar im di siberojê de gavên baştir werin avêtin ji bo perwerdeyê.”

Di dawiya perwerdeyê de şagirtan bawernameyên xwe wergirtin.

ROJNEWS/ŞENGAL

Show More
Back to top button