Çîrokek veşartî ya Çiyayê Şengalê: Darên Qewala 

Çiyayê Şengalê ji bo Êzidiyan çavkaniya jiyanê ye, ji ber vê her darek, kevirek an jî kaniyek ji çiyê ji wan re pîroz e. Mam Kaka jî behsa çîroka veşartî ya Darên Qewala dike û dibêje: “Li bin van daran Qewal hatin qetilkirin, Çira û Tawiz di bin de hatin veşartin, loma ev dar pîroz in û kes nabire.”

Dema Êzidî dibêjin Çiyayê Şengalê ji bo me pîroz e, dibe ku hin kes meraq bikin ku çima ev civak ewqasî vî çiyayî pîroz dibîne. Rast e, cihên pîroz ên Êzdiyan herî zêde li Şengalê ne lê di rastiyê de ne ku hemû cihên pîroz ji ber girêdana wan bi ol û baweriyê re heya, lewma pîroz in. Hin cih di dîrokê de bûne qada berxwedanê ku Êzdiyan xwe lê parastine û li hin cihan jî kesayetên olî hatine qetilkirin. Êzidî van cihan hemûyan jî ji bo xwe pîroz dibînin.

Dema ku mirov berê xwe bide Çiyayê Şengalê û di nava gelî û newalan de bigere, vê pîroziya çiyê ji dil hîs dike. Ji ber ku li her derê kevirek, darek an jî kaniyeke avê heye ku Êzdiyan jê sûd wergirtine û niha ji xwe re pîroz dibînin. Em gihane wê baweriyê ku em çiqasî nûçe, dosya û analîzan li ser vî çiyayî çêbikin, emê nikaribin ji heqê van cihên pîroz û dîrokî derkevin. Lê dîsa ji bo em mijarek û cihekî din ê pîroz bidin naskirin, me berê xwe da Serdeştê. Li kêleka riya ku ji milê Sinûnê li ser Çiyayê Şengalê re derbasî nava bajêr dibe, komek darên berûyê heye. Ji ber ku ev dar li kêleka rê ne yekser bala mirov dikşînin. Tişta bala me kişand ew bû, gelo ji ber çi heya niha ev dar nehatine birîn, ku li ew cihên gel dikare xwe bigihînê hema bêje dar nemane û hatine birîn. Lê ev dar wekî xwe mane û kes nêzî wan nabe.

Çîroka Darên Qewala

Em li pey vê pirsê ketin û geriyan. Gelek kes dîroka van daran nedizanî lê tenê jê re tê gotin ‘Darên Qewala’, Qewal ew kesên oldar in ku salê carekê li nava hemû Êzdiyan digerin, Tawis li gel wan e û şîretên olî li civakê dikin. Van daran dîmenekî xweşik jî dane Serdeştê û ji bo gelek kesan xwedî wate ne. Lê dîroka wan heya niha veşartî maye.

‘Beriya bavê min wefat bike çîroka van daran got’

Piştî geryaneke dirêj me xwe gihande Mam Kaka ku temenê wî zêdetir ji 70 salî ye, dema me pirsa xwe ya Darên Qewala jê kir wiha bersiv da: “Bavê min dîroka wan baş dizane lê wî ji kesekî re behs nekiriye. Dema bavê min li ber mirinê bû gazî min kir û ev çîrok ji min re got, ‘Du eşîrên Kurdên misilman hebûn ku pişta xwe bi desthiladariyê ve girêdidan. Dema Qewal li nava Êzdiyan digeriyan ji milê qibleta çiyê, li kelehê re xwe gihandin serê çiya. Lê li Serdeştê ji aliyê van her du eşîran ve Qewal hatin qetilkirin, dest danîn ser alavên wan ên pîroz û li bin van daran veşartin.’”

‘Çira û Tawis ê pîroz li bin wan daran hatibûn veşartin’

Piştî vê bûyerê, ji malbata Xelefê Xan Elî ku ji eşîra Ciwana bû, xortek ji yên xwe rêkirine gel her du eşîrên misilman û ev ciwan ji wan re got ‘Ez dixwazim bibim misilman û min bes e ji Êzditayê.’ Wan jî ew ciwan wekî misilman qebûl kirin û bi sala li gel wan ma. Piştî ku bawerî dane wî ciwanê Êzidî rojekê ji rojan xortê Êzidî ji wan pirsî ‘Gelo ew alavên pîroz ên Êzdiyan li ku derê ne.’ Wan jî jê re got ‘Li Serdeşta Çiyayê Şengalê komek dar hene, li bin wan daran ew alavên Êzdiyan hatine veşartin.’

Dema ev agahî didin destê vî ciwanî, ew yekser direve û dîsa tê nava Êzdiyan. Cihê Çira û Tawisê ku li bin van daran hatibûne veşartin ji Êzdiyan re dibêje û êdî Êzidî wan alavan dertînin û ji wê demê ve ye ji van dara re dibêjin Darên Qewala.’’

Di nav axaftina xwe de Mam Kaka bê navber dibêje: “Xwedê mala Osmaniyan xira bike, wan gelek zilm li me kirine.”Dema em vê gotinê dibihîzin em êdî dizanin dewleta Tirk ji dîrokê heya niha her xwestiye Êzdiyan tine bike.

 ‘Osmanî her xwestine tiştên me yên pîroz tine bikin’

Dewleta tirk ne ji niha de, belê ji dirokê ve li ser Êzidiyan her ferman rakirine, Mam Kaka jî çavên xwe di nav dîrokê de digerîne û dibêje: “Gundê me xirakirine û xwestine tiştên me yên pîroz jî tine bikin. Piştî ku Tirkiye Ermeniyan qirkirin û beşek ji wan Ermeniyan xwe gihandin Çiyayê Şengalê, bi hinceta wan dîsa Tirkan ferman li serê me rakirin. Herdem Ermeniyan behsa zilma Tirkan dikir û di gotin ‘Li nav Stenbolê dayikên du canî, bi kêrê zikê wan vedikirin û zarokên wan derdixistin.’ Li ser rûyê erdê ji Tirka zalimtir çêne bûne.”

ÎBRAHÎM ÊZDÎN ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button