Misteşarê MÎT’ê bi serokkomar û serokwezîrê Iraqê re jî rûnişt!

Hate îdîakirin ku Misteşarê MÎT’a Tirk ji derveyî aliyên Sûne, bi Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Serokwezîr Mistefa El-Kazimî û rayedarên Herêma Kurdistanê re jî hevdîtin kiriye. Li gorî agahiyan, Fîdan di hevdîtinan de li gel çend dosyayên cûda mijara dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê jî gotûbêjkiriye û ji aliyên Iraqê piştgiriyeke zêdetir xwestiye.

Li gorî çapemeniya Iraq’ê û Başûrê Kurdistanê Misteşarê MÎT’ê li gel şandeyekî serdana Iraqê kiriye. Li gorî nûçeyek ku di medya de belavbû, Fîdan li gel aliyên Sûne hevdîtin kiriye û vêya jî ji çapemeniyê ne veşartiye.

Li gorî hinek dezgehên ragihandinê Misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ne tenê li gel aliyên Sûne li gel gelek rayedarên din yên Iraqî jî hevdîtin pêkaniye. Hate gotin ku Fîdan li gel Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û Mistefa El-Kazimî jî li Bexda’yê hevdîtin pêkaniye.

Her wiha hate zanîn, Hakan Fîdan li gel Wezîrê Karên Derve ya Iraqê Fûad Hisên yê PDK’yî û hinek rayedarên Herêma Kurdistanê re jî hevdîtin pêkaniye. Lê agahiyên zelal derbarê hevdîtinên li gel rayedarên Herêm Kurdistanê de bidest neket.

Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de derketine yek ji mijara sereke ya hevdîtinê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bûye. Hate gotin, îstîxbarata Tirk ji aliyên Iraqî û Herêma Kurdistanê re ragihandiye ewê di êrîşên dagirkeriyê de berdewambin û ji bo vêya jî piştgiriyeke zêdetir xwestiye!

Di vê demê de nakokî û şerekî dijwar li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, hilbijartina serokwezîr û serokkomarê ıraqê heye. Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtinê de ev mijar jî hatibin gotûbêjkirin.

Lê ne hate zanîn  Dr. Berhem Salih û Kazimî li beramber van daxwazên MÎT’a Tirk çi bersivek dane.

Hêjayî bibîrxistinê ye rojane balafirên Tirk ezmanên Iraqê bikartîne kampên penaberan, welatiyên sivîl, cihên geştiyariyê bombebaran dike. Di êrîşa artêşa Tirk a Perexê ya ser bi Zaxo’yê de 9 welatiyên Iraqê jiyana xwe ji dest dabûn û li ser vê yekê gelê Iraqê rabûbûn ser piyan. Her wiha ji 17’ê Nîsana îsal ve jî êrîşeke berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin. Lê tevî vê yekê jî di asta herî jor de pêşwazî li ser şandeyeke îstîxbaratî û ewlekariyê ya Tirk tê kirin!

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button