Wênesazek di hembêza Çiyayê Şengalê de  

Hunermendê ciwan, wênesaz Diham Şengalî di hembêza Çiyayê Şengalê de heqîqeta civaka Êzidî xêz dike û li ber tîrêjên rojavabûnê dibêje: “Ez li Çiyayê Şengalê, karekî ku bi çanda me ve girêdayî ye dikim. Wênesazî ji ax, çand û dîrokê ne qut e, em dikarin bibin pirekê di navbera dîroka bav û kalên xwe û civaka xwe ya niha de.’’

Berhemên ku mirov kedê pê de dide pîroz û xwedî wate ne. Wekî beşeke hunerê, wêne jî yek ji wan berheman e ku hestê mirovekî, li ser çarçoveyekê dide xuya kirin. Dema mirov li wêne binêre hestê wênesaz di nava xêzên wêneyê de xwe vedibêjin. Welatparêzî, bi ax û çanda xwe ve girêdayî û bi eşqeke mezin ji karê xwe heskirin. Me ev hemû bi lênêrînekê di nava wêneyê de, wênesaz Diham Şengalî de dîtin.

Dema roj li ber ava bû em ji Kersê ber bi Serdeşta Kolika ve birêketin, li kêleka rê me Diham dît ku li ser kevirekî ji yên Çiyayê Şengalê, raserî Kaniya Pîrexeyê li Geliyê Kersê bi çêkirina wêneyekî ve mijûl bû. Rast e, wî bi xwe wêneyek xêz dikir lê hebûna wî li ser wê cihê ku dîrok, çand û welat hemû bi hev re bibûn yek dixuya. Hebûna li cihekî wisa bi xwe wêneyek e ku hêjayê xelatê herî mezin e.

‘Ev jî zimanek e ku wêne pê tê xêzkirin’

Diham ji aliyekî ve xêzên dawiyê li wêneyê xwe dikir, ji aliyekî ve ji me re behsa karê xwe kir. Lê ne wek her kesekî diaxivî, wî daxwaza alîkariyê ji rêxistin û welatan nekir, bi gotina “Li cihekî wiha karkirin ji min re her tişt e, ev der cihê bav û kalên me ye” dest bi axaftina xwe kir. Diham da zanîn ku ev 3 sal in vî karî dike, ji karê xwe hez dike û dixwaze li nava civakê de jî bide heskirin. Diham got: “Beriya fermanê jî min ji vî karî hez dikir û dixwest pêş bixim lê giringî bi vî karî nedidan. Wisa kiribûn ku her kesekî vî karî bike pêwîst bû peymangehê bixwîne û wisa dest bi karê wênesaziyê bike. Lê piştî fermanê min bi derfetên xwe ve dest bi vî karî kir, ji ber ku ez pir jê hezdikim. Ev jî zimanek e ku wêne pê tê xêzkirin. Ji bo min rihek e û her bi min re jiyan dike.’’

‘Wêne rêya vegotina êş û azar, xweşî û nexweşiyane’

Wêne ji bo Diham rêya vegotina êş û azar, xweşî û nexweşiyên civakê, fermanên bi sere Êzidiyan de hatî û danasîna çanda kevnar a ji bo cîhanê ye ku bi van hestan tîne ser ziman: ‘’Li Geliyê Kersê, beramberî Kelehoşkê dema ez wêneyê keçeke Êzidî ku cilûbergên çanda me ya kevnar li ber in xêz dikim, ji min re ji her tiştekî xweştir e û bi nirxtir e. Dema ku behsa Çiyayê Şengalê bê kirin Êzdiyatî li bîra her kesekî tê, dema behsa Êzdiyan jî bê kirin beriya her tiştî Çiyayê Şengalê dikeve bala mirovan. Niha ez wek ciwanekî Êzidî li Çiyayê Şengalê me, karekî ku bi çanda me ve girêdayî ye dikim. Yanî tiştê ku dikeve bala mirovan, em niha di nav de ne.’’

‘Pêwîste civak jî destekê bide hunermendan’

Diham da diyar kirin ku hunermend ne tenê ji bo xwe ye, belkû ji bo tevahiya civakê ye, ji ber wê jî giring e ku civak jî destekê bide hunermendan û wan ber bi serkeftinê ve bibe. Her wiha balkişande ser pêla koçberiyê ku gelek ciwan berê xwe didine derveyî welat û got: “Ez li dijî çûna derve me, heya ku ez li jiyanê bim, ezê herdem hewl bidim li ser axa xwe bim û bi çanda xwe ve, dîrok û Çiyayê Şengalê ve girêdayî bim. Wênesazî jî ji vê ne qut e, bi çand û olê ve girêdayî ye eger mirov baş bikar bîne.’’

‘Em pirek in di navbera dîrok û roja me de’

Diham, wekî hunermendekî ciwan a Êzidî ji bo têkiliya bi ax û dîrokê re jî ev nêrîn anî ser ziman: ‘’Em dikarin bibin pirekê di navbera dîroka bav û kalên xwe û civaka xwe ya niha de. Ji şûna ez li derveyî welat kar bikim, eger li ser axa xwe li cihekî wekî vê derê kar bikim karê min watedartir dibe.’’

Di dawiya axaftina xwe de Diham Şengalî bi van gotinan bang li ciwanên Êzidî kir: “Çiqas zor û zehmetî hebin, lazim e em terka axa xwe nedin û li ser axa xwe kar û xebatên xwe bidin meşandin. Em dibînin ku ev planeke siyasi ye li ser me tê meşandin û dixwazin gelê me ji ax û çanda wan dûr bixin.’’

ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL

Show More
Back to top button