YCÊ: Em tevgera tolhildana hemû êrîşan in

Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê (YCÊ) diyar kir ku ji êrîşên li ser Şengalê di asta yekem de Heyder Şeşo berpirsyar e û ev peyam da:‘’Em tevgera tolhildana ferman û hemû êrîşên li ser civaka Êzidî ne. Êdî tu kes nikare li gorî dilê xwe êrîşê me bike, kî êrîş dike bila bike ewê hesabê van êrîşên xwe bidin.’’

Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê, derbarê êrîşên dewleta Tirk a li Şengalê, hevkariya PDK’ê ya van êrîşan û bi taybet jî êrîşa çekdarên Heyder Şeşo ya li hemberî ciwan û dayikan daxuyaniyeke niviskî weşand. YCÊ diyar kir ku ji ber hevkarî û îxanetê dewleta Tirk dikare êrîşên li ser Şengalê berdewam bike û da zanîn ku ewê êrîşa çekdarên Heyder Şeşo ya li dijî ciwan û dayikên Êzidî bêbersiv nehêlin.

Berfirehiya daxuyaniy YCÊ bi vî rengî ye;

‘’Wekî tê zanîn dewleta Tirk a faşist, di 29’ê Tebaxa 2022’an de dîsa êrîşê Şingalê kir. Me berê jî gotibû, eger kesên îxanetkar hevkariyê nekin dewleta Tirk a faşist nikare wisa êrîşê li ser Şingalê bike. Em baş zanin ku PDK di dereceya yekem de hevkariya dewleta Tirk a faşîst dike. Rûyê PDK’ê ya Şingalê jî xwefiroşê mezin Heyder Şeşo ye.

Ji ber vê rastiyê, ji bo ku em êrîşên li ser Şengalê protesto bikin me di dîroka 30’yê Tebaxa 2022’an de çalakiyek lidarxist û ciwanên Êzîdxanê ji bo hevkarî û îxaneta wan şermezar bike berê xwe dan baregeha Heyder Şeşo ya li Sinûnê. Lê çekdarên Heyder Şeşo xwe li ber vê berteka mafdar a ciwanên Êzîdxanê negirtin û bi sedan gule reşandin ser ciwan û dayikan. Di van êrîşan de 5 ciwanên me jî birindar bûn.

‘Emê hesabê hemû êrîşan bipirsin’

Em ji gelê xwe û raya giştî re radigihînin ku emê van êrîşan bêbersiv nehêlin. Em wekî ciwanên Êzidî tevgera tolhildana fermanan û hemû êrîşên li ser civaka Êzidî ne. Êdî tu kes nikare li gorî dilê xwe êrîşê civaka me, dayik û ciwanên me bike, kî êrîş dike bila bike ewê hesabê van êrîşên xwe bidin.

Em dixwazin bibîr bixin ku, eger di fermana 2014’an de Heyder Şeşo li ser çeteyên DAIŞ’ê ewqas gule teqandibana, civaka me bi koçberî, kuştin, talan û fermanê re ewqas rû bi rû nedima. Bila PDK dest ji îxanet û dijminahiya xwe ya ji bo Şengalê berde. Eger vê berdewam bike wê bersivdayîna ciwan û jinên ciwan ên ku soza parastina ax û welatê xwe dane bibîne. Ji bo em ji îxanetê hesab bixwazin, bedel çi dibe bila bibe em amade ne. Serkeftina me wê mîsoger be.

‘Berpirsyarê êrîşan Heyder Şeşo ye’

 Em dîsa didin xuyakirin eger li Şingalê dîsa êrîşeke hewayi ya dewleta Tirk a faşist çêbibe, difna civaka me, hevalên me xwînî bibe wê hesabê wê bê pirsîn. Em berpirsyarê van êrîşan di dereceye yekem de Heyder Şeşo dibînin. Eger bi hevkariya wan ev êrîş berdewam bikin emê bi her awayî hesabê vê yekê bipirsin. Bila herkes vê rastiyê baş bizane. Di heman demê de em dîsa didin xuya kirin ku hikumeta Iraqê bi bêdengiya xwe şirîkatiya van êrîşan dike. Bêdengiya hikumetê jî êdî nayê qebûlkirin.’’

Rojnews-şengal

Show More
Back to top button