TAJÊ: Emê bi rêxistinbûyîna xwe Şengalek Xweser ava bikin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya 8’emîn salvegera 3’yê Tebaxê daxuyaniyek weşand û hate gotin; “ Bi taybetî di serdema îro ku li ser hemû nirxên mirovahiyê êrîşên giran hene de, civaka ku parastina xwe neke wê her dem rastî komkujî û fermanan were. Ji ber vê yekê em civaka Êzidî taybet jinên Êzidî em ê ji hemû milan ve, xwe zêdetir rêxistin bikin, têkoşîna xwe bilindtir bikin da ku em bikaribin parastina xwe, ax û civaka xwe bikin. Çeka herî bi hêz xweparastin e, emê bi rêxistinbûyîna xwe Xweseriya Şengalê ava bikin.”

Daxuyanî wiha ye;

“Bi boneya salvegera 8. Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, em hemû şehîdên fermanê bi hurmet û bi minetdarî bibîr tînin. Em tevahî cangoriyên azadiyê yên ku li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê canê xwe kirin mertal û ji bo parastina xaka pîroz û civaka Êzidî canê xwe feda kirin, em wan lehengan bi hurmet, minetdarî bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.

Destê PDK’ê di fermanê de heye

Fermana 3’ê Tabaxa 2014’an ku bi destê çeteyên DAIŞ ê li hemberî civaka Êzidî ya Şingalê pêk hat tewanekî li dijî mirovahiyê ye. Rojek reş e di dîroka mirovahiyê de, li ber çavê cîhanê qirkirin pêk hat, lê cîhan bêdeng bû. Di dema fermanê de bi hezaran hêzên ewlekariya hundirîn ya Iraqê hebûn lê bi erk û berpirsyartiyên xwe ranebûn û bi hezaran pêşmergên PDK ê, qaşo ji bo parstina civaka Êzidî li Şengalê diman lê mixabin, Şengal radestî DAIŞ’ê kirin û beriya gel reviyan. Ev xiyaneta PDK‘ê da nîşandan ku destê wan di vê fermanê de heye û sûcdar in. Ev xiyaneta li derveyî exlaq û wijdanê mirovahiyê wê tu car neyê ji bîr kirin.

Şervanên Rêber Apo bi hewarê hatin

Di vê êrîşa hovane de bawarî û çanda kevnar a Êzidiyatiyê hat armanckirin. Di encamê de tiravmayek giran hat jiyankirin. Qurbaniyên vê komkujiyê jî herî zêde jin û zarok bûn. Bi hezaran jin hatin qetilkirin, bi hezaran jin dîl ketin destê DAIŞ’ê, bi dehan jinan xwe ji kendalan ve avêtin da ku dîl nekevin destê DAIŞ’ê. Bi hezaran kes ji axa xwe koçber bûn, bi hezaran kes jî hîn aqubeta wan ne diyar e. Dema ku cîhan bêdeng bû û pêşmergên PDK’ê reviyan, di wê kêliyê de şervanên Rêber APO berê xwe dan Şengalê û bi hevkariya şervanên YPG û YPJ’ê mudaxeleya fermanê kirin. Piştî berxwedanek û berdelên giranbuha Şengal hate rizgarkirin û me wê demê dikarî henasa azadiyê bistînin. Em civaka Êzidî, taybet jinên Êzidî tu car vê heqîqetê ji bîra nakin. Em her deyndarê wan in, deyndarê Rêber APO û şehîdên xwe ne, doza wan doza me ye. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî careke  din soza xwe nû dikin ku em ê xwedî li Rêberê xwe, Rêber APO  derbikevin û xwedî li şehîdên xwe derbikevin.

Çeka herî bi hêz xweparastin e

Bi taybetî di serdema îro ku li ser hemû nirxên mirovahiyê êrîşên giran hene de civaka ku parastina xwe neke wê her dem rastî komkujî û fermanan were. Ji ber vê yekê em civaka Êzidî taybet jinên Êzidî em ê ji hemû milan ve, xwe zêdetir rêxistin bikin, têkoşîna xwe bilindtir bikin da ku em bikaribin parastina xwe, ax û civaka xwe bikin. Em ê bi vîneke ji pola her tim li berxwe bidin, bibin xwedî biryar û xwe rêve bibin. Her wiha piştî fermana 2014’an heya niha PDK’ê û dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl didin ku civaka Êzidî dûrî axa wê bixin. Heya roja îro jî êrîşên hovane li ser civaka me didome. Em weke TAJÊ’ê diyar dikin ku çeka herî bi hêz XWE PARASTIN E! Bi vê bawariyê em ê hemû lîstokên heyî vala derbixin û em ê tu car rê nedin fermanek din. Heqîqeteke ku nayê veşartin ku her giya li ser koka xwe şîn dibe, em bang li gelê xwe yê li kampên Başûrê Kurdistanê û welatên Ewropayê dikin ku vegerin ser ax û koka xwe. Bê guman bi qasî êşa me giran e, ew qas jî hêrsa me mezin e. Êşên me 7 sal in kêliyek jî ji bîra me naçin. Heta em bikaribin hesabê fermanê ji sûcdaran bixwazin û heya yek zarok û jinek Êzidî di destê DAIŞ’ê de dîlgirtî be em ê her têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em ê bi rêxistina xwe, bi biryardariya xwe Xweseriya Şengalê ava bikin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button