Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê: Di roja fermanê de dakevin qadan û hesab bixwazin

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî qurbaniyên 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr anî û hate gotin; “Em bang li her kesê xwedî şeref dikin, di 3’yê Tebaxê de ji bo cangoriyên xwe yên fermanê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin û hesap bixwazin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi boneya 8’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke tê zanîn civaka me ya Êzîdî di 74 fermanan re derbas bûye û heta niha jî kesê ji van fermanan re hesap nexwestiye. Fermana herî dawî jî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bû. Ev 8 sale li ser fermana 2014’an re derbas bû. Di fermana 2014’an civaka me ya Êzîdî rastî komkujiyek mezin hat. Civak me li welatên cuda cuda belav bû, koçberbûn çêbû. Bi hezaran jin, zarok kal û pîrên me hatin qetilkirin, jin di bazaran de hatin firotin û hîn jî aqubeta gelek kesan nediyare. Em hemû jî dizanîn kî bû sedema vê komkujiyê û ev civak rû bi rûyê tinebûnê re hat hiştin. Li ber çavê hemû cîhanê PDK di bin navê em ê we biparêzin pişta xwe da me û reviyan. Ev milet bê parastin hişt û ev civak di destê çeteyên DAIŞ’ê ya hov de hat hiştin. Niha jî dibêjin me Şengal parast û emê vegerin Şengalê. Gelo bi çi rûyî vegerin Şengalê. Berî fermanê 12 hezar pêşmerge li Şengalê bû lê di dema fermanê de yek jî nema û reviyan. Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi 12 siwariyan bi hawara me ve hatin û ev gel ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Îro bi saya gerîla û hemû şehîdên di oxira vê axê de canê xwe ji dest dan û şehîd ketin em niha li ser vê axê hebûna Êzdatiyê berdewam dikin.

Hîn fermana 2014’an de berdewam dike, her roj civaka me ya Êzîdî rastî êrîşan tê. Dixwazin destkeftiyên ku me bi saya şehîdan di Şengalê de avakirin tine bikin û me dîsa vegerînin berî fermanê. Îro şerek taybet li ser vê civakê didin meşandin dixwazin Êzîdiyan bi destê Êzîdiyan bidin kuştin, belav bikin û li ser axa wan a qedim qut bikin. Lê em vê didin diyarkirin ku em ne Êzîdiyên berê ne ku her kesê bixwaze were Şengalê me bi rê ve bibe. Îro em bi hêz bûne û xwedî li şehîdên xwe û şehîdên fermanê derdikevin. Hêza ku bû sedema qetilkirina bi dehhezaran xelkê me yê Êzîdî êdî em qebûl nakin û divê hesap ji wan kesên bûne sedema vê komkujiyê bê xwestin.

Em bang wan li kes û aliyên li Şengalê ne dikin îro xwedî li rûmet û şehîdên xwe yên fermanê derkevin. Ger em yekitiya xwe ava nekin em ê her roj bi komkujî û tinebûnê re rû bi rû bimînin. Fermana 2014’an bû sedema belavbûna civaka Êzîdî lê piştî fermanê vê civakê xwe rêxistin kir û bû xwedî îradeyek mezin. Bila xelkê me yê Êzîdî li hemberî listokên ser tên meşandin şiyar bin. Bila xwedî li xwe derkevin û xwedî li şehîdên xwe yên fermanê derkevin. Li şûna ku em ji yên xeynî xwe re bikin di vê em di serî de ji xwe re bikin û bîrînên xwe bi xwe derman bikin. Bila hewldanên me ji wan keç û zarokên ku hîn jî di destê DAIŞ’ê de ne hebe ku wan rizgar bikin. Ev 8 sale hîn bi sedan gorên komî hene ku nehatine vekirin. Kes behsa van gorên komî nake. Hîn jî behsa jenosîda li ser civaka Êzîdî nayê kirin û naxin rojev jî. Baş e gelo kî wê hesabê vê fermanê bide. Lewma em bang li hêzên navnetewî dikin ku hesab ji van kesên bûne sedema kuştin û jenosîda Êzîdiyan bixwazin. Em hesabxwestinê dixwazin.

Îro em ê berxwedanî û yekîtiya xwe li hemberî van listokên ser Şengalê û civaka me tên meşandin bisekinin. Me di Şengalê de şer kir û di ber vê axê de bi hezaran şehîd dan. Lewma heqê ti kesê nîne ku îro bêje em xwediyê Şengalê ne û me Şengal rizgar kir.

Em weke Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê dubare bang li her kesê ku xwedî şeref dikin 3’yê Tebaxê ji bo cangoriyên xwe yên fermanê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin, hesap ji wan kesan bixwazin û di wê rojê de her kes deqeyek li ser ruhê şehîdên 74 fermanan rêz bigire.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button